Dînarên bi Kurdî dikevin bazarê

Kurd24

K24- Hewlêr

Banka Navendî ya Iraqê biryar da ku, di sala 2016an de diravên bi zimanê Kurdî werin çapkirin.

Endamê Komîteya Darayî li Parlementoya Iraqê, Mesûd Heyderî îro, 31ê Tebaxê, ji K24ê re got ku, ew lige Banka Navendî gehiştine wê birêyarê ku, di sala 2016an de diravên 50 hezarî û 100 hezarî bi zimanê Kurdî bikevin bazarê.

Mesûd Heyder da zanîn jî ku, piştî ku Banka Navendî nimûneyên wan her du pelên diravan amade bike, dê ji bo Komîteya Darayî li parlementoyê bişîne, da ku ew jî pesend bike.

Piştî ketina rejîma berê ya Iraqê, ziman Kurdî jî wek zimaneke fermî ligel zimanê Erebî di destûra Iraqê de hatiye pesendkirin.