Yilidz: Em nikarin petrola Hewlêrê bê rezamendiya Bexdayê bifroşin
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê ragehand ku, welatê wî nikare bêyî razîbûna Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê bifroşe.
Di hevdîtinekê de li gel şandeke rojnamevanên Herêma Kurdistanê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiya Taner Yildiz duh, 15ê Tebaxê, ragehand ku di heyama 40 salên borî de Tirkiyê li ser şandina petrola Iraqê bo bender Ceyhan berdewam e, herwiha dê berdewam be.
Yildiz diyar kir ku li gor rêkeftinên di nevbera Enqere, Hewlêr û Bexda de, pêwîstiya şandina petroal Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê bi rezamendiya Bexdayê heye, lewma Enqere nikare petrol Herêmê bifroşe eger Bexda razî nebe.
Navborî diyarkir jî ku hin caran siyaset dibe bargiranî li ser pirsa enerjiyê herwiha enerjî jî bargiraniyê li ser siyasetê dike.
Ji aliyeke din ve Yildiz eşkere kir ku welatê wî di sala 2017 de dê xaza sirûştî ji Iraqê bi buhayekî kêmtir ji buhayên li bazarên cîhanî bikire ji ber ku Enqere cîrana ji Iraqê re.
Li gor amarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê rojane 600 hezar bermîl petrol bi rêya boriyên Tirkiyê re dice bendera Ceyhanê û li bazarên cîhanî tê firotin