Riya Bazirganiya bo Efrînê vedibe
K24 – Kobanê
Piştî vekirina riya Minbic, riya bazirganiyê di navbera herêma Cezîrê û bajarên hundirê Sûriyê herwiha bajarê Efrînê de çalak dibe. Hatina hemû cûreyên keresteyan di vê riyê re ji bo dergehê Mebrûka derfetên kar ji bo neşteciyên deverê peyda dike, herwiha nirxê keresteyan jî dadixe, ji bilî ku ev dergeh dibe jêderekî giring ji dahatên rêveberiya xweser re.