"Penaberên Sûriyeyî aboriya Tirkiyê geş dikin"

Şerê li Sûriyê û welatiyên wê yên ji ber şer reviyan e û xwe spartine Tirkiyê yek ji girîngtirîn, mijare ku li Tirkiyê û qada navneteweyî her di rojeva sereke de ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a047f65d-ece8-47f8-aa95-588b944c22e4/BiSayaPenaberenSuriyeyiAboriyaTirkiyeGeshDibe.ism/manifest

K24 – Enqere

Şerê li Sûriyê û welatiyên wê yên ji ber şer reviyan e û xwe spartine Tirkiyê yek ji girîngtirîn, mijare ku li Tirkiyê û qada navneteweyî her di rojeva sereke de ye. Li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn, bi saya penaberan aboriya Tirkiyê geş dibe.

Şêrî navxweyî yê li Sûriyê, di Adara 2011an de dest pê kir û ji wê demê heta niha kêsên ji ber şer direvin, derbasî Tirkiyê dibin ku hejmara wan gihaştiye 2 mîlyon û 600 hezar kesan.

Li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn Tirkiyê heta îro nêzîka 8 mîlyar dolar ango ji sedî 1ê dahata xwe bo penaberên Sûriyê terxan kiriye. Lê belê digel vê yekê hebûna penaberan di warê aborî de bo Tirkiyê derfetên nû bi xwe re tîne û ev yek jî bandoreke baş li ser aboriya Tirkiyê dihêle.

Derheqa mijarê de Aborînasê Stratejîst yê Rojhilata Navîn Harun Ozturkler ji Kurdistan24ê re got: “Bi saya penaberan hêzeke xurt ya karkirinê derdikeve holê ku ev yek lêçûnan kêm dike û bi vê yekê hilberîn zêde dibe. Wekî dî, ji ber penaberên Sûriyeyî dixebitin dahateke wan çêdibe ku vê dahata xwe serf dikin û bi vê yekê dahata welêt zêde dibe. Bi vê yekê aborî geş dibe.”

Li gorî daneyên fermî nêzîka 250 hezar ango ji sedê 10ê penaberan li kampan dimînin û penaberên li wan kampan dimînin jî bi saya atolyeyan, hilberînê dikin. Li aliyê din dawiya mayî ya penaberan, mîna geştyaran, li gelek bajarên Tirkiyê belavbûne û bandora xwe li ser sektora tûrîzmê dike. Herwiha hejmareke wan jî li gelek bajarên nêzîkê sînor ên wekî Dîlokê bûne xwedî kar û kompanya û dest bi hilberînê kirine.

Serokê Komeleya Pişesaz û Karsazên OSTİMê Ahmet Kurt jî wiha dibêje: “Li gorî daneyên fermî yên Yêkitiya Odeyên Bazirganî û Borsayên Tirkiyê (TOBB), Sûriyeyiyên li havirdorê Tirkiyê belavbûne dest bi vekirina şirîketan kirin e. Bi taybetî, li bajarên nêzîkê sînor wekî Dîlok û Mêrsînê, hejmara şîrketan ji hezarî derbas bûye.”

Karsazên Sûriyeyî herî zêde di warê Bazirganiya Tomerî, Atolyeyên Tekstîlê, Aşxane, Pastexane û Sûpermarketan de, dikeve nava sektorên bazirganî û hilberînê. Dîlok di serî de, Mêrsîn, Hatay, Kilis, Riha, Edene, Meraş, Osmaniye û Mêrdîn ew bajar in ku bazirganên Sûriyeyî roj bi roj li wan dibin xwedî kompanya. Li gorî pisporan, şerê li Sûriyê bidawî bibe jî, kesên li van bajaran kompanyayên xwe vedikin, nema vediger in welatê xwe û wê ev yek jî bandoreke demdirêj li ser aboriya Tirkiyê bike.

Aborînasê Stratejîst yê Rojhilata Navîn Harun Ozturkler

Serokê Komeleya Pişesaz û Karsazên OSTİMê Ahmet Kurt