Berî sersalê tevgera bazarên Qamişlo çalak dibe

Bi hatina cejnên kirîsmês û sala nû bazarên bajarê Qamişlo çalak dibin û tevî buhabûna keresteyên sersalê, lê kirîn û firotin di asteke balkêş de dimîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi hatina cejnên kirîsmês û sala nû bazarên bajarê Qamişlo çalak dibin û tevî buhabûna keresteyên sersalê, lê kirîn û firotin di asteke balkêş de dimîne ku rojane herhata welatiyan li ser cureyên keresteyên sersalê zêde dibe.

Di dawiya her salekê de û bi hatina cejnên zayîn û sersalê bazarên Rojavayê Kurdistanê bi awaayekî balkêş çalak dibin, gelek cureyên xwarin û kel û pelan tê de têne firotin ku tevahiya xelkên deverê şahiyê bi van helkeftan dikin, di vê salê de û berî mehekê ji van cejnan bazar têne xemilandin û dest bi kirîn û firotinê dibe. bazara Qamişlo jî yek ji bazarên herî çalake di vê demê de, û tevî ku hinek buhabûn li ser nirxê keresteyên sersalê çê dibe, lê welatiyên wê bi hatina van cejnan dilê xwe xweş dikin.

Di salên bûrî de piraniya keresteyên sersalê ji Tirkiyê dihatin bazarên Rojavayê Kurdistanê, lê ji ber girtina dergehên sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de piraniya van keresteyan ji Başûrê Kurdistanê tên û ev yek nirxê van keresteyan buhatir dike. Bazirganên bajarê Qamişlo didin zanîn jî ku heman kereste li bajarên Helebê jî hene lê baceyên kirê û anîna wan ji yê Başûrê Kurdistanê zêdetir e û tevî vê buhabûnê jî lê asta kirîn û firotinê baş e.

Mîna hemû cejnan, cejnên sersalê ji aliyê tevahiya pêkhateyan şahî pê tê kirin, tê de xelk malên xwe dixemilînin,û gelek cureyên xwarinê têne çêkirin û li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bazar di dawiya salê de çalak dibin.