Li Rojavayê Kurdistanê mazot bi zehmetî peyda dibe

Li Rojavayê Kurdistanê mazot bi zehmetî peyda dibe û welatî gelek gazinan dikin. ji hêla xwe şaredariya bajarê Qamişlo dibêje ku, ji ber ferehbûna hêrêmên Rojava ev kêşe derdikeve holê.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê mazot bi zehmetî peyda dibe û welatî gelek gazinan dikin. ji hêla xwe şaredariya bajarê Qamişlo dibêje ku, ji ber ferehbûna hêrêmên Rojava ev kêşe derdikeve holê.Top of Form

Kêşeya kêmasiya mazotê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, welatî dibêjin ku ji destpêka demsala Zivistanê ve pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Herwiha diyar dikin ku li bazara reş bi nirxekî buha tê firotin û nikarin bikrin, îdî welatî neçar in ku demek dirêj ber gaziyan bimînin bo hinek mazot bi dest bixin.

Hevserokatiya şaredariya bajarê Qamişlo dide zanîn ku, berhemên sotemeniyê di her demî de heman berhem e, lê di demsala Zivistanê de daxwez zêde dibe, ji bilî vê jî gelek herêmên din ketine destê hêzên Rêvebiriya Xweser de mîna Minbic û gundên Reqayê û şaredarî pêdiviyên wan jî bi cî tîne.

Kêmasiya kehrebê jî rolek wê neynî heye ku nêzî 380 cenetorî li Qamişlo hene û bi tevahiya xwe ser mazotê kar dikin, ji dilî wilo jî, firne, aş, kargeh û nexweşxane bi tevahiya xwe ser mazotê kar dikin, lê her êşa welatiya di Zivistanê de heye ku ev çar sal in çare ji vê kêşeyê re nehatiye dîtin.