Bazara trempêlên destê dû li Diyarbekir geş bû

Li Diyarbekirê bazara trempêlên destê du ya dawî ya 2018ê geş bû. Sedema vê yeke jî ew bû ku dê di sala 2019ê pê de bacên nû werin ser trempêlan û ev yek jî bihayê trempêlan zêdetir dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê bazara trempêlên destê du ya dawî ya 2018ê geş bû. Sedema vê yeke jî ew bû ku dê di sala 2019ê pê de bacên nû werin ser trempêlan û ev yek jî bihayê trempêlan zêdetir dike. Berpirsiyarên bazarê didin zanîn ku li gorî 11 mehên din ku di rojekê de kêmzêde 80 trempêl diharin firotin di meha berfenbarê de ev hijmar bû ye 120 û di roja dawîn de jî ji 150 bêhtir dibe.

Wezareta Darayî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ji bo 3 mehên dawî yên 2018ê baca ku ji trempêlan tê standin dê %45ê bo %30î were daxistin. Li gorî vê biryarê dê ji 2019ê pê de baca trempêlan dê dîsa bilind bibe. Li Diyarbekirê jî bazara dawîn a 2018ê ya trempêlên deste du geş bû. Sedema vê yeke jî ew bû ku kiriyar ji bo rastî bacên bilind ên 2019ê neyên xwestin b bihayeke guncavtir trempêlek peyda bikin. Nerpirsiyarê Bazara Trempêlên Destê Du yê Diyarbekir Ferman Erbay dibêje hatçoya bazarê di meha dawîn a 2018ê de bi awayeke ber bi çav zêde bû ye.

Ferman Erbay ji K24ê re got: "Mehek berê rojane derdora 80 trempêl dihat firoştin, 3 hefte ye ku rojane 120 trempêl tên firoştin. Bi texmîna min îro dê ji 120î zêdetir be. Ji bona ku sere salê tê û dê bihayên trempêlan ji ber bacê zêde bibin xelk dixwazin niha erzantir bikirin."

Wezareta Darayî ya Tirkiyeyê dide zanîn ku dê %96ê trempêlên ku di bazarê de ne ji daxistina bacan bibandor bibin û ev yek dê bandorê li tevgera bazara kirîn û firotinê bike. Firoşkar û kiriyarên trempêlan jî didin zanîn ji bo sûdê ji vê daxistinê werbigrin wan berê xwe daye bazarê.

Kiriyar Sedat Orûç dibêje: "Li gora bazarê xuya ye ku dê bihayên trempêlan di 2019ê de zêdetir bibin"

Firoşkar Nîhat Demîr jî got: "Me got di sala nû de dê bihayên trempêlan zêde bibin, em hatin ji xwe re bihayeke guncav peyda bikin. Me 11 hezar û 500î kirî di sala nû dê dibe ku heta 15 hezarî jî berz bibe."

Li gorî daneyan di bazara trempêlên destê dû ya Diyarbekirê de di 11 mehan de 3 hezar û 520 trempêl hatine firoştin û tenê di meha dawîn a 2018ê de ev hijmar gihîştî ye 520 trempêlan. Firoşkar didin zanîn ku bi piranî trempêlên ku bihayên wan di navbera 30 hezar lîre û 45 hezar lîreyî de hatine firoştin.