Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê dabeş dike

Civîna Encûmena Wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawî bû, di hefteya bê de mûçeya meha yekem ya sala 2016an dabeş dike.

K24 – Hewlêr

Civîna Encûmena Wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawî bû, di hefteya bê de mûçeya meha yekem ya sala 2016an dabeş dike.

Li gor zanyariyên K24ê, îro civîna Civîna Encûmena Wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bidawî bû, biryar e jî di destpêka hefteya bê de, mûçeyên karmenda ya meha Çileya 2016 were dabeşkirin.

Herwiha li gor zanyariyên K24ê jî, ku mûçeyên 4 mehên dawî yên sala 2015an wek qerz li cem hikûmetê dimîne, bi başbûna rewşa darayî ya hikûmetê, ew mûçe dê werin dabeşkirin.

Îro encûmena Wezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî, derbarê pirsgirêka aborî civiya.

Ji ber çend sideman û daketina nirxê petrol li bazarên cîhanê, niha Herêma Kurdistanê di krîzek aborî re derbas dibe.