Rêjeya bêkariyê li Tirkiye û Bakur bilind bûye

Li gorî amarên TUÎK'ê; rêjeya bêkariyê li gelemperiya Tirkiyeyê gihîşt ji % 14,7'an.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê TUÎK'ê; rêjeya bêkariyê ya Rêbendana 2019'an ragihand. Li gorî amarên TUÎK'ê; rêjeya bêkariyê li gelemperiya Tirkiyeyê gihîşt ji % 14,7'an. Li gorî hûrgiliyên amarên hatine parvekirin; li gelemperiya Tirkiyeyê hejmara kesên bê kar milyonek û 259 hezar zêde bûye. Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya, sedemên rêjeya bêkariya bakur û Tirkiyeyê wiha rave dike.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: "Du qadên girîng ên herêmê; qada înşaatê û qada cotkariyê ne û bi rastî jî gelek girîng in. Ji bo ku di qada înşaatê de liv û tevger dest pê bike;divê a niha bi taybetî avahiyên ku nîvco mabin bên zindîkirin û ji bo vê zindîkirinê jî divê gavên girîng ên teşwîqê bên havêtin. Lewra 200 qad wekî helqeyên zincîrê bi qada înşaatê ve girêdayî ne. Ji ber vê jî gavek an jî destwerdaneke ku li qada înşaatê bibe, dê bandora xwe li van qadan jî bikin; qada cotkariyê jî dîsa bi heman awayî ye."

Li gorî amarên TUÎK'ê nîşan didin; li gelemperiya bakur di sala 2017'an de rêjeya bêkariyê ji %20,8 bûye û ev rêje di sala 2018'an de bûye ji % 21. Dîsa li gorî heman amaran; di sala 2017'an de rêjeya bêkariyê li Diyarbekirê ji %13,8 bûye û di sala 2018'an de ev rêje heta ji %18,6'an zêde bûye. Bêkarî li Diyarbekirê jî pirsgirêka sereke ya sazî û dezgehên sivîl û civakî ye. Li Jûra Dikandar û Pîşekarên Diyarbekirê jî ji bo ku dikan û kargehên nû werin vekirin; bi awayekî dewamî kurs û atolye tên rêvebirin da ku kesên belgeyan bigirin, bikaribin bi derfetên krediya dewletê ji bo xwe dikan û kargehan vekin û kêm be jî jin û ciwan derfeta xebatê bibînin. Li gorî Serokê Jûra Dikandar û Zenaatkarên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû dibêje; amarên ku ji bo bêkariya herêmê tên ragihandin tenê yên qeydkirî ne; rêjeya bêkariyê li herêmê heta ji % 30'î jî zêde dibe.

Serokê Jûr Dikandar û Pîşekarên Diyarbekirê Alîcan Ebedînoglû dibêje: "Di nav herêman de ji aliyê aboriyê ve gelek meqesên fireh û zor û zehmetî hene. Hûn dizanin em dûrî pîşesaziyê ne, em dûrî behirê ne em dûrî fabrûqeyan in. Em îro li pîşesaziya organize dinihêrin, derdora 5 hezar kesan tê de dixebitin. Dema em li cihên wekî Kocaeliyê, li Stenbolê dinihêrin, li fabrîqeyekê 5 hezar kes dixebitin."

Li gorî rayedarên qada bazirganî û pîşesaziyê radigihînin; li herêmê beşeke girîng a bêkariyê heye ku naçin serî li dezgehên kar nadin û ev jî dibe sedem ku bi bi hezaran kes bêyî qeyd di nav pirsgirêkên bêkariyê de şerpeze bibin. Li gorî amarên TUÎK'ê yên nû jî bi zêdebûna milyonek û 259 hezar kesan; hejmara giştî ya bêkarên Tirkiyeyê gihîşt 4 milyon û 668 hezar kesan. Li gorî daneyên Jûra Dikandar û Zenaatkarên Diyarbekirê; di dawiya sala 2018'an de 206 qehwexane hatine vekirin ku ev jî nîşaneya asta bêkariya li Diyarbekirê ye.