Piştî qedexeya 3 mehan masiyên Wanê dadikeve bazaran

Masiyên Gola Wanê ji bo welatiyan çavkaniyeke girîng ya aboriyê ye. Ji bo parastin û berdewamiya nivşên take cure masiyên ku li gola Wanê dijîn jî ji 15 Nîsanê heta 15 Tîrmehê nêçîra wan tê qedexekirin. Piştî 3 mehan êdî dê masiyên Wanê bên ser dezgehên firoşkaran û sifreyên welatiyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Masiyên Gola Wanê ji bo welatiyan çavkaniyeke girîng ya aboriyê ye. Ji bo parastin û berdewamiya nivşên take cure masiyên ku li gola Wanê dijîn jî ji 15 Nîsanê heta 15 Tîrmehê nêçîra wan tê qedexekirin. Piştî 3 mehan êdî dê masiyên Wanê bên ser dezgehên firoşkaran û sifreyên welatiyan.

Qedexeya nêçîra masiyên Wanê di 15 Tîrmehê de bi dawî bû, ev jî tê wê wateyê ku nêçîra masiyan destpê kir û dê li ser dezgehên masîfiroş û sifreyan masiyên gola Wanê ciyê xwe bigrin. Ji ber ku ev take cure masiyên ku li Gola Wanê dijîn, di vê serdemê de dikişên avên çeman û bizir ango hêkên xwe dikin li bajêr biryar hatiye girtin ku di navbera 15 Nîsanê û 15 Tîrmehê de nêçîra wan bê qedexe kirin.

Serokê Komeleya Masîvanê Wanê Ubeydilah Demir, ji bo Kurdistan24 diyar kir ku biryara qedexeyê gelek girîng û di cîh de ye. Ji ber ku her masiyekî teqrîben 3 hezar 300 masiyên nû çê dike, loma jî ji bo bereket û berdewamiya masiyan jî ev qedexeya nêçîrê girîng e. Lê êdî bi serbestî nêçîr tê kirin û welatî dixun.

Ubeydilah Demir ji K24ê re wiha axivî: "Qedexekirin gelek tiştekî baş e. Heger ew qedexe nebe dê masî di golê de nemînin. Ew serdema ku hêkên xwe bizirê xwe datînin, em masîgir û masîvan nagirin û nafroşin. Lê em hemû dest nedin hev û li masiyan xwedî dernekevin, heta çenda salan dikare nivşê wan bikeve metirsiyê jî. Ev masî tenê ne yên Wanê ne, yên colemêrgê, Diyarbekirê û Meletî ne jî"

Masî ji ava sar hez dikin û bi taybet havînan berbi ciyên kûr yên behre ve diçin loma jî hewa germ ji bo nêçîrvanên masiyan asteng e, lê di sermaya zivistanê de jî berketa torên masiyan baş dibe.

Welatî Serkan Yabasun jî ji bo xwe masî dikire û radigihîne ku ew ji masiyê gola xwe gelek hez dikin.

Serkan Yabasun dibêje: "Em qedra masiyên xwe dizanin, tama wan gelek xweş e, em zêdetir li ser manqerê çêdikin. Em di demên qedexe de naxun, ji ber ku zirar dide me jî wan jî."

Li gor lêkolînên zaningeha Wanê teqrîben 3 hezar mirov, bi masîgirî debara xwe dikin. Masîvan jî tînin ziman ku niha rojê ew teqrîben 2 ton masî difroşin, lê zivistanê ev gelek zêdetir jî dibe. Daxwazî jî dikin ku masiyên Wanê Başûrê Kurdistanê jî di nav de li seranserê welat bên danasandin.