Rêveberiya Xweser îsal genim dikire

Di werzê sala 2017ê de Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser biryar da ku 165 hezar ton genim ji cotkaran bikire. Li gorî wê desteyê 7 navendên kirîna genim li seranserî devera Cizîrê hatine destnîşankirin. Nirxê yek ton genim bi herdu cûreyên xwe ve “Qasî” û “Terî” pileya yekem dê bi 138 hezar lêreyên Sûriyê be, herweha sê pileyên din jî bi nirxên cuda hene.

K24 – Qamişlo

Hersal cotkarên deverê xema firotina berhemên xwe dikşînin, çimkî ji hijmara zêdeyî 30 navendên kirîna genim ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, tenê 2 navend mane û cotkar neçar dibin berhemên xwe ji deverên dûr wek Serê Kaniyê û Dêrikê veguhêzin herdu navendên ku li Qamişlo hatine destnîşankirin.

Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgeha Hesekê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê, pêşbîn e 800 hezar ton genim di werzê sala 2017ê de bête çinîn û li gorî pirojeya sala 2017ê eger e 600 hezar ton genim ji cotkaran bikire.

Hin cotkar dibêjin bi vekirina navendên kirîna genim ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, rê li pêş bazirganan jî tê girtin ku nema berhemên cotkaran bi arzanî bikirin.