Rêjeya bêkariyê li Tirkiyê zêde bûye

Çavkaniyên serbixwe destnîşan dikin ku, hejmara bêkarî li bajarên bakurê Kurdistanê ji sedî 50î ye .

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê rêjeya bêkarî ligor sala borî zêde bû û gihîşt ji sedî 12.2'ê.

Daneyên Dezgeha Jimaryariya Tirkiyê, (TUIK) ragehand ku, li gor sala borî hejmara bêkaran 247 hezar zêde bû û gihîst 3 mîlyon û 130 hezar kesan. Rêjeya bêkariya ciwanan jî bû sedî 19.4.

Hejmara kesên karê xwe berdewam dikin ku, wek hêzên kar tên binavkirin gihîşt 30 mîlyon û 778 hezar kesan û rêjeya zilaman sedî 72.3 ya jinan jî sedî 33 e.

Xebatkarên sektora çandiniyê 421 hezar kêm. Li gorî daneyên dezgehê, di sektora çandiniyê de sedî 20.2, pîşesaziyê de 19.3, avedaniyê de 7.5, xizmetguzariyê de jî 53.1 e.

Çavkaniyên serbixwe destnîşan dikin ku, hejmara bêkarî li bajarên bakurê Kurdistanê ji sedî 50î ye û bêkariya ne fermî ya Tirkiyê jî sedî 20'ê zêdetir e.