Rêveberiya Xweser yasaya guherîna diravan pesend kir

li gor aborînasên, Rêveberiya Xweser nikare piştevaniya bazirganan bike, loma divê bazar bi awayekî azad bi rê ve bike.
kurdistan24.net

K24-Qamişlo

Encûmena Zagonsaz li kantona Cizîrê, yaseya vegûhestin û gûherîna diravan pesend kir.

Li gor bendên yasayê dê Asayîşa Rojava çavdêriya proseya veguhestina pereyan bike, ji aliyê xwe ve serokatiya dîwana Encûmena Zagonsaz dide zanîn ku, mebesta ji wê yasayê ewe, karê veguhestin û guhertina deravên biyanî ye di gel misogerkirina mafên welatiyan were rêxistin,herwiha destnîşankirina nirxekî guncay ji serederiyên rojane yên diravên biyanî.

Derbarê vê mijarê Endama Dîwana Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê Perwîn Mihemed Emîn ji K24ê re wiha got: "Di van 3ê salên dawî de, gelek lîstok bi xelkê hatine kirin, diziya pereiyên welatiyan jî hat kirin, sextekarî di dirvan de çê bûn, ji ber vê yekê me biryar da ku, nivisgehên bên vekirin divê muhletê ji Rêvebiriya Xweser werbigrin, herwiha divê ev kar cihê xwe di zagonê de bigre."

şertê herî balkêş di yaseya navbûrî de , divê bazirgan 50 hezar dolar di sindûqa desteya aboriyê de bicih bike, daku veguhestina diravan bike, ji bo wergirtina mûhleta guherîna diravên biyanî jî pêwîste 5 hezar dolar radestî sendûqa diravî ya grêday bi Rêvebiriya Xweser bike, ew yek jî dibe cihê dilgraniya beşekî mezin ji xwedanê nivisgehên bazirganiyê li deverê, wan bazirganan tekez kirin ku, ew şert dê bibe sedema rawestandina karê wan ku, zêdeyî 350 bazirgan di vî warî de hene, dan zanîn ku, bazriganî dê destê sê kesan de bimîne.

Derbarê vê babetê xudanê nivîsingehekê bi navê Silêman Remedan ji K24ê re wiha axifî: "Dema ku Rêvebiriya Xweser wî şertî li ser bazirganan bi sepîne ku, dibêje divê 50 hezar dolar an 5 hezar dolar bide sendûqa Rêvebiriyê, ev yeke karê me zehmet dike, wateya wê divê gelek nivsgeh bêne girtin, herwiha hemû kesên ku, niha kar dikin rastî ziyaneke aborî ya mezin dibin,  ji ber ku, nirxê dolar ne cîgire."

Ji bo wergirtina mûhleta karê vegûhestina diravan ji rêcîma sûriyê divê xwedanê nevisgehê 30 hezar dolar deyne banka navendî ya hikûmeta sûriyê û piştî mehekê ji wergirtina muhletê 20 hezar dolar ji kujma peryan li kesê bazirgan vedgerîne, herwiha  weke piştevaniyekî banka navendî diravên biyanî bi nirxekî erzan radestî xwdanên mûhletan dike.

li gor aborînasên, Rêveberiya Xweser nikare piştevaniya bazirganan bike, loma divê bazar bi awayekî azad bi rê ve bike.