Çêkirina şirînahîya kunafeyê û Remezan li Dîyarbekirê

Şîrînahiya kunefeyê, di Meha Remezanê de jî wekî şîrînahiyeke jêneger a xelkê Diyarbekirê ye. Ji ber vê yekê jî liv û tevgera çêkirina kunefeyê, piştî dema fitarê dest pê dike û heta nêzîkî dema paşîvan dewam dike. Hosteyên kunefeyê dibêjin; taybetiya kunefeyeke xweş, girêdayiyê rûn û penêrê xwezayî ye. Firoşkar jî dibêjin; her şeveke Remezanê, li her dikanekê nêzîkî 150 porsiyon kunefe tê xwarin.

K24- Amed

Şîrînahiya kunefeyê, di Meha Remezanê de jî wekî şîrînahiyeke jêneger a xelkê Diyarbekirê ye. Ji ber vê yekê jî liv û tevgera çêkirina kunefeyê, piştî dema fitarê dest pê dike û heta nêzîkî dema paşîvan dewam dike. Hosteyên kunefeyê dibêjin; taybetiya kunefeyeke xweş, girêdayiyê rûn û penêrê xwezayî ye. Firoşkar jî dibêjin; her şeveke Remezanê, li her dikanekê nêzîkî 150 porsiyon kunefe tê xwarin.

Kunefe, cureyeke şîrînahiya taybet e ku ji malbata şîrînahiya qedayîfê peyda bûye. Her hoste li gorî xwe xwedî razeke taybet a çêkirina kunefeye ye. Li vê şîrînahîfiroşiyê taybetiya sereke, bikaranîna rûnê taybet e. Hoste Ferhat Eren, rûnê ku ji yê nivîşk û sade têkel kiriye; li bin tebeqan digerîne û piştre hevîrê qedayîfê yê ku hêmî ye, li ser tebeqan direşîne. Piştî penêrê taybet ê kunefetê jî li ser tê danîn; car din hevîrê qedayîfê li ser tê gerandin û ji bo ku kunefe hev û din bigire; bi qeweta milan tê eciqandin. Li gorî hoste Ferhat Eren dibêje; şertê yekemîn ê kunefeyeke xweş, şerbeta bê gilîkoz û rûn û penêrê xwezayî ye.

Ferhat Eren-hosteyê Kunefeyê, dibêje:"Divê melzemeyên kunefeye baş bin, bi kalîte bin. Divê mirov zêde li ser penêr û hevîrê kunefeye raweste. Ya herî girîng jî rûn e. Dema rûn ne baş be, jixwe kunefe nebaş tê. Dema mirov bi her hûrgiliyê wê bizanibe, dê mirov bikaribe kunefeyeke baş derxe. "

Tebeqên kunefeyê, piştî eciqandinê li ser agirê ocaxê; bi rêya gerandinê tên pijandin. Hoste dema ku aliyê pijandî diqelêbe jî car din tebeqa rûnkirî bi kar tîne da ku herdu aliyê şîrînahiyê wekî hev bibe û bi yek hevsengê biqele. Piştî qelandinê jî şerbeta sar li ser kunefeya germ tê gerandin. Li gorî firoşkar dibêjin; di Remezanê de jî eleqeya ji bo kunefeyê kêm nabe û wekî wan, li gelek şîrînahîfiroşan piştî danê fitarê; liv û tevgera kunefeyê dest pê dike. Firoşkar Abîdîn Alphan dibêje; em di her şeva Remezanê de nêzî, 130 tebeq kunefeyê difiroşin.

Abîdîn Alphan -firoşkarê şîrînahiyê, dibêje:"Em piştî fitariyê dest bi çêkirina kunefeye dikin. Piştî fitariyê eleqe gelek ji bo kunefeya me heye. Her şev em derdora 100-120-130 tebeq kunefeye difiroşin."

Tebeqeke kunefeyê, 426 kalorî ye û ji ber ku wekî şîrînahiyeke giran tê zanîn; bi piranî 2-3 saet piştî fitarê tê tercîhkirin. Buhayê kunefeyê jî li gorî cureyên wê diguhere. Ji ber ku kunefe bi germî tê xwarin, yekane cureyeke ku li ber camekanan cih nagire û li gorî daxwaza muşteriyan di nav 20 xulekan de tê amadekirin.