Crate and Barrel ji bazara Tirkiye derdikeve

Di agahdariyek ku di malpera xwe de belavkirî Crate and Barrel ragihand ku piştî 5 salan ji xebatê di bazara Tirkiye de, ji Tirkiye derdikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Şirketa navdar a cîhanî ya mobilyayê Crate and Barrel biryar da ji bazara Tirkiye derkeve. Crate and Barrel di cîhanê de xwediyê ji zêdetirî 100 cîgehan e. Li welatên Amerika,  Kanada, Kosta Rika, Tayvan, Perû, Kolombiya, Dubai, Singapûr û Meksika dinav bazara mobilya de, di rêzên sereke de cîh digre.

Di agahdariyek ku di malpera xwe de belavkirî Crate and Barrel ragihand ku piştî 5 salan ji xebatê di bazara Tirkiye de, ji Tirkiye derdikeve.

Ligor pîsporên aborî egera derketina Crate and Barrel aloziya aboriya Tirkiye, rewşa kirîn a hevwelatiyan û bacên ku bandore li şirketê dikin e.

 

 

C.B