Sala bûrî 4 hezar dewlemend ji Tirkiyê derketin

Tirkiye di sala 2018an de di warê koça milyoneran de li seranserê cîhanê kete rêza yekemîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Tirkiye di sala 2018an de di warê koça milyoneran de li seranserê cîhanê kete rêza yekemîn. Tenê di sala 2018an de 4 hezar dewlemendan yanî milyonerên Dolaran ên li Tirkiyê ji ber rewşa nebaş ya aborî û rakêşiyên siyasî jê reviyan û çûn li welatên Ewropyê bi cih bûn.

Li gorî Raporta Serwetên Kureyî ya 2019an li tevahiya cîhanê 108 milyonerên dolaran cih gurehartine, lê bi tenê li Tirkiyê di çar salên dawîn 17 hezar milyonerên dolaran terka Tirkiyê kirine. Aborînas sedema koçkirina milyonerên Dolaran ya ji Tirkiyê bi nebûna ewlehî, nebûna garatoriya hiqûqî û nebûna aramiyê ve girê didin.

Şîrovekarê Geştûguzarî û Aboriyê Savaş Daş ji K24ê re got: "Ev rakêşiyên siyasî dibin sedem ku dewlemendên dolaran ji Tirkiyê birevin. Ew dewlemendên direvin, xwe di bin ewlehiyê de nabînin. Piraniya wan jî welatiyên Tirkiyê ne. Xetereyeke mezin e, divê Tirkiye beriya hertiştî pêşî li ber vê kêşeyê bigire ku milyonerên dolaran terka vî welatî nekin."

Li gorî daneyên lêkolîna Bank AfrAsiayê di sala 2018an de ji sedî 10 milyonerên dolaran terka Tirkiyê kirine ji ber ku baweriya wan bi Tirkiyê nemaye. Li gorî raporta lêkolînî ya Bank Afrasyayê bi vê encamê Tirkiye bûye yek ji welatên cîhanê ku herî zêde dewlemendên dolaran jê direvin.

Aborînas Huseyîn Gokçe dibêje: "Di dinyayê de Tirkiye ketiye rêza yekemîn ku dewlemend dest jê dikişinin. Ev rûdaneke nebaş e. Divê dewlet baweriyê û garantoriyê bide dewlemendan. Ne tenê milyonerên biyanî ên xwecihî jî. Çerxa gere ya aboriya dewletan bi saya veberhênerên milyoner pêk tê. Ev mijar girang e û divê neye paşguhkirin."

Di nava daneyên raporta Koça 2019an ya Serwetên Kureyî de gelek welat jî hene ku têne rûberîhevkirin. Bi rêjeya ji sedî 6 û koça 7 hezar milyonerên dolaran, piştî Tirkiyê Rûsya di rêza dûyem de cih digire. Di rêza sêyem de jî Çin heye. Ji vî welatî jî 15 hezar kesan koç kiriye û rêjeya wan jî ji sedî 2 ye. Herwiha ji Hindistanê 5 hezar, Fransayê û Îngilistanê her yek 3 hezar, Brezîlya 2 hezar, Erbîstana Siûdî û ji Endonezyayê jî her kê hezar milyonerên dolaran terka wan kiriye. Di raportê de tê gotin, koça milyonerên dolaran ya ji Tirkiyê hatiye qonaxeke metirsîdar, ji ber ku berewajî Hindîstan û Çînê Tirkiye nekarî şuna wan kesan dagire û milyonerên dolaran jinûve biafirîne.