Bandora qeyrana aborıyê herî zêde li diyarbekirê dike

Şanda ku ji parlementerên Partiya Komarî ya Gel (CHP) pêk tê, di serdana xwe ya Diyarbekirê ya îro (04.04.2017) de hevdîtina duyemîn li Jûra Hejmaryarên Serbixwe û Muşavîrên Darayî ya Diyarbekirê kir. Di civîna hat kirin de nûnerên saziyên sivîl û karsazên Diyarbekirê jî cihê xwe girtin. Endamên Şanda CHP’ê di civînê de diyar kir ku bi makezagonên hatine destnîşankirin; ji siyaseta ku niha bi fiîlî tê kirin re kirasekî hiqûqî tê çêkirin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê serdanên Şanda CHP’ê ya ji Parlementerê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba pêk tê, bi hevdîtina nûnerên saziyên sivîl, nûnerên mafên mirovan û karsazên herêmê dewam kir. Piştî daxuyaniya ku îro (04.04.2017) danê sibehê li avahiya bajêr a CHP’ê hat dayîn, wekî gava duyemîn a bernameyê; li avahiya DSMMMO’yê hevdîtinên ji bo bangeşiya referandûmê dewam kirin.

Di hevdîtina hat kirin de Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Selîn Sayek Boke diyar kir ku, ger di referandûma 16’ê Nîsana 2017’an de dengê “Erê” bi ser bikeve, tu mafên kesên hatine hilbijartin mamîne û dê pergala siyasî ne bi hilbijartinan, bi daxwaza kesekî ve were girêdan. Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê da zanîn ku ji bo hewilên serokatiyê, Tirkiye di nav deynan de ritimandiye û bandora herî zêde ya bêkariyê li herêma Diyarbekirê kiriye û rêjeya bêkariyê ya Diyarbekirê, li Tirkiyeyê di rêza 2’yemîn de ye.