Borî ya petrolê hat teqandin
K24- Hewêr
Borî ya veguhaztin a petrolê di navber a Dûbiz- Kerkûkê bi rê ya bombek a çandî hat teqandin.
Ew borî, petrol ji bîr ên bîyav a kompanya ya petrol a bakûr bo bîyav a havane, ji wir ve jî bi borî yên Herêm a Kurdistanê re dihê veguhaztin bo bender a Cîhan a Turkîyayî.
Endemak ê komîte ya petrol û wizeyê li Civat a Parêzgeh a Kerkûkê, aşkera dike ku ew borî zêdetir ji mehekê ye petrol pê re nabure, bi eger a ragirtin a hinartin a petrolê ji alî yê wezaret a petrol a Îraqê ve. Lew ew a ku hatîye şewitîn tenê ew petrole ew a di nav borîyê de vema bû û niha jî ew agir hat kontirolkirin.