DAIŞ kêlgeheka petrolê li Himsê kontirol kir

Di Gulana 2015an jî DAIŞê kêlgeha El-Hêl ya xazê li bajarê Tedmûrê kontirol kirbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê piştî şer û pençûnên sê rojan, di navbera wê û Artêşa  Sûriyê de kêlgeha El- Şair ya petrolê li bajarê Himsê kontirol kir.

Kêlgeha El-Şair, dawî kêlgehên petrolê ku, din destê rejîma Sûriyê de bûn, di encama şerûpevçûnan ji aliyê DAIŞê ew kêlgeh, hat kontirol kirin.

Li gor Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan, di encama wî şerî de 34 Endamên Artêşa Sûriyê û 16e çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Kontirolkirina DAIŞê ji kêlgeha petrolê di demekê de tê ku, îro di encama du teqînan li derdora bajarê Himsê 10 welatiyên sivîl canê xwe ji destan.

Di Gulana 2015an jî DAIŞê kêlgeha El-Hêl ya xazê li bajarê Tedmûrê kontirol kirbû.