Ev firoke bo dem a 45 rojan li asman dimîne

Firoke ya bê firokevan ku bi vejen a rojê kar dike dikare bo dem a 45 rojan li asman bimîne.

K24- Hewlêr

Firoke ya bê firokevan ku bi vejen a rojê kar dike dikare bo dem a 45 rojan li asman bimîne.

Biryare ev firokeye ji alî yê pişk a taybet a asmanî ya Birîtanîyayê SAS bo şerr ê dijî tîrorê bihê bikahînan.

Firoke ya Star Tirîk- Stayîl Zêfir S, bi biehayê 5.6 milyon Dolare, perr ên wê 22.5M dirêjin û li roj bi vejen a rojê kar dike û bo dem a şevê jî batrî ya taybet ji cor ê Ltyom bo wê hatçye durstkirin.

Ev firoke dikare bi bilindahî ya 21 Km bilind bibe anku dû beranber firoke yên bazirganî û seqayê jî bandor li ser nîne û supa yê Birîtanîya bo şerr ê dijî tîrorê li seranserî Cîhanê dê bikar bihîne.

Firoke ya bê firokevan a Birîtanîyayê dikare li seranser ê cîhanê bi rê ya setelayîtê bihê kontirolkirin. Heke setelayît berdest nebe, hêz a taybetî ya Birîtanîyayê wêstgeh a kontirolê bo kontirolkirin a firokeyê bikar dihîne ku bi dûrî ya 400 Km dikarin kontirol bikin.

Yeke yên bijartî yên Birîtanîyayê kamîre ya firokeyê bo kontirolkirin a bizav a ser rûyê erdê bikar dihînin, ku dikare wêne yên dûr ên ser Erdê bigire.