Geşta esmanî di navbera Diyarbekir û Hewlêrê destpê dike

Ji destpêkirina seferên firokeyan di navbera Diyarbekir û Hewlêrê re demjimêr mane. Sefera yekemîn dê 10ê Nîsanê di demjimêr 23:45 (11:45ê şevê) destpê dike. firokeya ku dê ji Balafirgeha Diyarbekirê ya navdewletî rabibe dê di demjimêr 1:00ê 11ê nîsanê de, li Hewlêrê dakeve. Heftê 3 roj ji Diyarbekirê ber bi Hewlêrê ve rojên Duşem, Çarşem û Înê, 3 roj jî ji Hewlêrê ber bi Diyarekirê ve rojên Sêşem, Pêncşem û Yekşemê dê sefer bên kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8bc838c7-cdd9-4827-97df-5df106acf656/SeferenDiyarbekiruErbileDestpekir.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Ji destpêkirina seferên firokeyan di navbera Diyarbekir û Hewlêrê re demjimêr mane. Sefera yekemîn dê 10ê Nîsanê di demjimêr 23:45 (11:45ê şevê) destpê dike. firokeya ku dê ji Balafirgeha Diyarbekirê ya navdewletî rabibe dê di demjimêr 1:00ê 11ê nîsanê de, li Hewlêrê dakeve. Heftê 3 roj ji Diyarbekirê ber bi Hewlêrê ve rojên Duşem, Çarşem û Înê, 3 roj jî ji Hewlêrê ber bi Diyarekirê ve rojên Sêşem, Pêncşem û Yekşemê dê sefer bên kirin.

Serokê Odeya Pişesazî û Bazirganiyê yê Diyarbekirê DTSOyê Ahmet Sayar bal kişand ku pêwendiyên baş di navbera Tirkiye û Herema Kurdistanê de hebûne. Sayar diyar kir ku bi vî awayî dê geşbûyîna pêwendiyan hêsantir û lezgîntir bibe.

Sayar ji K24ê re got jî: "Kesên ku bi Hewlêrê re bazirganiyê dikirin, berê divê biçûna bajarekî din û ji wê derê de derbasî Hewlêrê bibûna. Hem wext winda dibû, him jî bêtir zêde dibû."

Yekemîn sefera navdewletî ya ji balafirgeha Diyarbekirê jî bi sefera Hewlêrê destpê dike û piştre jî dê di 1ê Gulanê de seferên Kibrisê destpê bikin.

Rêvebirê Acenteya Geştiyarî Mihemed Şan ku ev 22 sal in vî karî dike jî destpêkirina seferan erênî nirxand. Lê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê pirsgirêka vizêyan heye û ew jî neyînî bandor dike.

Şan diyar kir û got: "Nikarin vîze derbixin. Ger ku vîze çê bibe dê xelkê Hewlêr, Duhok, Zaxo, Akre, Amîdiye û Simêlê gişt werin Diyarbekir, Stembolê. Gelek nexweş hene ku telefon bom in dikin û dipirsin vîze çil ê hat?"

Bihayiya bilêtên navbera Diyarbekir û Hewlêrê, serê seferê heta 61 dolarî jî dadikeve. Gelek aliyên civakê jî dibêjin, ger ku aloziyên li Bakurê Kurdistanê jî xilas bibin dê Diyarbekir bibe navendeke girîng  li Rojhilata Navîn.