Fêkî û sebzeyên Rezzanê di bin metirsiyê de ne

Îsal ji ber hişkesaliyê bihayên fêkî û sebzeyan li gorî sala borî heta 3 qatan zêde bûye.
kurdistan24.net

 

K24 – Colemêrg

Li gundê Colemêrgê yê bi navê Rezzan ku bi fêkî û sebzeyên xwe navdar e îsal ji ber hişkesaliyê bihayên fêkî û sebzeyan li gorî sala borî heta 3 qatan zêde bûye. Nîştecîhên Rezzanê di warê avdanê de pirsgirêkan dijîn û bi derfetên xwe yên qels li çara sere xwe dinihêrin .

Gundê Rezzan ê di navbera Colemêrg û Wanê de ye bi fêkî û sebzeyên xwe navdar e û ji berk u bihayên fêkî û sebzeyan jî erzan e bi salan e ku welatî ji bo kirîna fêkî û sebzeyan berê xwe didin vî gundî. Lê îsal rewş ne wiha ye. Ji ber hişkesaliyê gundê Rezzan di bin metirsiyê de ye navdarbûna xwe winda bike. Bilindbûna nirxê dolar û hişkesalî bandorê li bihayên fêkî û sebzeyan dike ku k3eloya berhemên sala borî 1 lîreyî dihat firotin û îsal kêlo heta 4 lîreyan jî derdikeve. Yek ji hilberînerên gund Osman Salîm dibêje derfetên wan qels in û her ku diçe rewş xirap dibe.

Hilberîner Osman Salîm got: “Ev gund li herêmê navdar bû. Nezîkî 20-30 salan rewş wiha bû. Piştî ku av kêm bû û hişkesalî rû da êdî fêkî û sebze jî kêm bûn. Bi teybetî hirmî navdar bûn. Hirmiyên wek berê nemane.”

Hilberîner derbarê rewşa berê ya gundê Rezzan de didin zanîn ku piraniya gund ji firotina fêkî û sebzeyan debara xwe dikir û wan berhemên xwe derdixistin ser rê û difiroştin. Hilberîner Farûk Salim dibêje berê gundê Rezzan heta Wanê jî berhem rêdikirin.

Hilberîner Farûk Salim got: “Demekê me gundor diçandin, me zebeş diçandin, hirmî û sêv hebûn her tişt hebû. Me dibir ser rê difiroşt, me dibir dikanan, me dibir Colemêrgê, xelkê Colemêrgê dihat vir û  heta Wanê jî me difiroşt. “

Her çiqas sebze û fêkiyên Rezzanê li gorî sala borî bihatir bibin jî li gorî bazara nava Colemêrgê hîn jî erzan in; ji ber ku welatiyên Colemêrgê didin zanîn bilindbûna nirxê dolar wek hêncet tê nişandan û bihayên berheman tên zêdekirin ji ber vê yeke jî welatî berê xwe didin gundên wek Rezzanê.