Jîyan a koçeran li Dêrsimê

Komên koçeran yên ku li gundê Çemîsgezek, Pertek û li gundê derdorê yên giredayî bajarê Dersîmê dijîn û bi awayekî gîştî jî ev komên ku bi "Şavaklilar" tên bi navkirin jiyana xwe li zozanan derbas dikin. Ev koçerên ku her demsal diçin deverekê debara xwe bi ajaldariyê dikin û li gorî demsalan tevdigerin. Wek minak zivistanê li gundan, biharî di gomanû ji nîve gulanê pê ve jî, li çiyayên bilind konê xwe vedikin û bi wî awayî jiyana xwe berdewam dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/14852779-0a97-4084-814a-4f66ded78ffe/LiDersimeJiyanaKocheran-.ism/manifest

K24- Dêrsim

Komên koçeran yên ku li gundê Çemîsgezek, Pertek û li gundê derdorê yên giredayî bajarê Dersîmê dijîn û bi awayekî gîştî jî ev komên ku bi "Şavaklilar" tên bi navkirin jiyana xwe li zozanan derbas dikin. Ev koçerên ku her demsal diçin deverekê debara xwe bi ajaldariyê dikin û li gorî demsalan tevdigerin. Wek minak zivistanê li gundan, biharî di gomanû ji nîve gulanê pê ve jî, li çiyayên bilind konê xwe vedikin û bi wî awayî jiyana xwe berdewam dikin.
Malbata Karakuş jî yek ji wan malbatên koçerên ji Dersîmê ye. Malbat zivistanan li Çemîşgezeklî dijîn û di destpêka biharê de jî derdikevin zozanên Pulumurê. Ew jî debara xwe bi penîrê ku çêdikin derbas dikin û ev penîrê wan jî,ji gelek deverên Tirkiyê kiryar lê peyda dibin.

Dînar Karakuş - dibêje:"Em mîhan didoşin û şirê wan dixin stîlan û piştre firşikê xwe diavejin navê, wextê ku firşikê me girt, em qenc diguvaşin û duv re jî em dikin penîr.Em dixin nav suravkê û piştre jî penîrên tulum çedikin. Penîr wisa çedibê."
Yek ji nava malbatê serê sibehê keriyên pez derdixe çiyayên bilind û diçêrîne, ber bi nîvro ve jî keriyê xwe tîne ber bêrê. Jinên bêrîvan jî hem pezê xwe didioşin hem penîrên xwe çêdikin hem jî bi zarokên xwe re dileyizin.

Sabît Karakuş, dibêje:"Em di 6ê gulanê de,biharê tên vê derê, car caran em rihat tên car caran jî ji ber operasyonan hatina me zehmet dibe. Wextê em diçin bajêr di rê de keşê derdikevin. Keşêyên kesên wek me her tim hene. Lê belê em fêrî van tiştan bûne."
Herwiha koçer amaje bi wê yekê dikin ku li nava bajêr dikana wan heye û penîrên ku çêdikin dibin dikanê û ji bo kiryarên li Stenbol, Enqere û Antalyayê re dişînin.