Cotkarên Rojava: Nirxê pêdiviyên çandiniyê giran in

Li Rojavayê Kurdistanê nebarîna baranê û buhabûna nirxê keresteyên pêwist ji çandiniya şînkayiyên Havînê re bandoreke neyênî li berhemên cotkaran dike. Gazina mezin ji alî cotkaran ve, tunebûna karkeran û buhabûna pêdiviyên çandiniyê ne.

 

K24 – Tirbespiye

Li Rojavayê Kurdistanê nebarîna baranê û buhabûna nirxê keresteyên pêwist ji çandiniya şînkayiyên Havînê re bandoreke neyênî li berhemên cotkaran dike. Gazina mezin ji alî cotkaran ve, tunebûna karkeran û buhabûna pêdiviyên çandiniyê ne.

Çandiniya şînkayiyên werzê Havînê li Rojavayê Kurdistanê ji meha çile ve dest pê dike û piştî 3 mehan ku cotkaran di bin malên lastîkî de tovê xwe çandibûn, di meha Nîsanê de êdî dem tê ku şitlên şînkayî di nava axê de biçînin. Buhabûna nirxê pêdiviyên çandiniyê û nebarîna baranê di Zivistana sala 2018ê de bandoreke xerab li cotkaran kir û egere berhemên wan ne li gorî asta pêwist be.

Li Rojavayê Kurdistanê rûberên berferh ji zeviyên şînkayî hene û li gorî agahiyên fermî, berhemên cotkaran têra tevaya deverê dikin, lê cotkar gilî û gazinên xwe ji kêmbûn û buhabûna pêdiviyên çandinyê dikin. Herweha ne çavdêriya saziyên têkildar yên fermî ji tevgera bazaran re dihêle ku kirîn û firotina berhemên cotkaran li gorî daxwazên bazirganên mezin bin.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Çandinê ya parêzgeha Hesekê di werzê sala 2018ê de nêzî 8230 hêktar ji şînkayiyên Havînê hatine çandin û pêşbîn e berhemên wan bigihêje zêdeyî 150 hezar ton. Pirsgirêka herî mezin li pêş cotkran ku dema ku dixwazin berhemên xwe li bazaran bifiroşin, şînkayiyên ji derveyî Rojava jî derbasî deverê dibin û ji ber wê jî nirxê şînkayî arzan dibe.