Li bajarê Îdirê werzê komkirina berhemên çinînê dest pê kir

Herwiha cotkarên gund jî rave dikin ku îsal ji ber nebarîna baranê berhemên wan gelek hişk bûne û zêde hilberîn nehatiye kirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarên bakurê Kurdistanê giyayên ku di destpêka biharê de hatine dirûn û berhemên ku hatine çandin di vê heyamê de tên komkirin û gêreya wan tê kirin. Bajarê Îdirê yek ji wan bajaran e ku ev kar û bar lê tên kirin.

Li bajarê Îdirê û gundên derdora wê welatî debara xwe bi xwedîkirina ajalan û cotkariyê dikin. Welatiyên ku di biharê de diçin zozanan, ji bo debara ajalên xwe ya zivistanê giya didirûn. Welatî van giyayên ku didrûn, di dawiya heyama havînê de bi tirimbêlên barhilgir komdikin û dibin bajêr, ji bo ku di zivistanê de bidin ajalên xwe dikin dih.

Welatiyên di nava van kar û baran de amaje dikin ku her çar demsalan kar û barê wan bi dawî nabe. Biharê bi giyadirûn û çandinî, havînan komkirina giya, gêre û paleyî, payîz û zivistanan jî di axuran de xwedîkirîna ajalan her berdewam dike.

"Niha ajalên me li zozanan in. Ev giyayê ku em diçinin em tînin ber dihê li ser hev kom dikin. Em laylonê dikirin, laylon li ser dihê dadidin. Em derdora dihê sererast dikin ku ba li giya nexe û nerize. Welleh karekî zehmet e. Mirov zehf zehmetiyan dikşîne. Zehmetiya wê gelek zêdeye yanî. "

Li vî gundî ji bilî ajaldariyê cotkarî jî zêde tê kirin. Bi pêşveçûna teknolojiyê re welatiyên ku berê bi keda destan, bi tirpan û dasan gêreya berhemên xwe dikirin niha bi amûrên teknolojik kar û barê xwe bê zehmetî û paqijtir dibin serî.

"Niha heyama çinîna me ye. Em ceh diçinin û patos dikin. Bîçer didirû dirmix jî li pey kom dike. Çend zeman berê me berhemên xwe dikişand, dikir lod û pê re mijûl dibûn. Me qerepatos dianî îcar ber patosê lêdixistin. Ba, ka û berhemên me hemû dibir. Niha tiştekî wisa tune ye. Niha bi hatina teknolojiyê re wisa xweş bûye kî..."

Welatiyên ku bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin amaje dikin ku ji ber herêmên ewle ew nikarin biçin giyayê xwe bînin bajêr û amadekariyên xwe yên zivistanê bi hêsanî bikin. Herwiha cotkarên gund jî rave dikin ku îsal ji ber nebarîna baranê berhemên wan gelek hişk bûne û zêde hilberîn nehatiye kirin.