Enqere xîça borîyên veguhaztina petrola Herêmê çêvedike.

Wezreta Wizetya Turkîyaê Dûhî ragehand: Turkîyayê destkirye bi çêvekirina xîça borîyên veguhaztina petrol xav ji Herêma kurdistanê bo Bendera Cîhana Turkîyayê ku dikeve ser Deryaya Navîn û bi başûrê rojhilata Tûrkîyayê (Bakûra Kurdistanê) ya arahayî re dibûre û ûmêd dike ku bi zûtirîn dem veguhaztin dest pê bike.

K24- Hewlêr:

Wezreta Wizetya Turkîyaê Dûhî ragehand: Turkîyayê destkirye bi çêvekirina xîça borîyên veguhaztina petrol xav ji Herêma kurdistanê bo Bendera Cîhana Turkîyayê ku dikeve ser Deryaya Navîn û bi başûrê rojhilata Tûrkîyayê (Bakûra Kurdistanê) ya arahayî re dibûre û ûmêd dike ku bi zûtirîn dem veguhaztin dest pê bike.

Ew xîçaborîyan, ku di dema mehên bûrî de çend caran hatîye peqandin, rojne nêzîkî 600 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistana nîmçe serbixwe û ji bîyavên petrola Kerkûkê diveguhêze bo Bendera Cîhanê.

Jêderên Turkîyayî, heynîya bûrî, ragehandibû ku zêdebûna metirsîyên asayîşî li Bakûra Kurdistanê weha dike kû hinarteyên Herêma Kurdistanê bo bazarên Cîhanî ,bi rêya wê xîça borîyan bihên rawestan  bo dema dû hefteyên din.

Herweha Wezaretê ragehand: Şandina petrolê ji 17/ Subatê ve hatîye ragirtin bi egera hinek karên demkîya asayîşî.

Her li gor axivtinên Wezareta Wizeya Turkîyayê,ku ajansa Royterz veguhaztîye, dibêje: Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistan(PKK)yê hêrîşkiribûn ser vê xîçapetrolê li devera Îdil ser bi parêzgeha Şernexê, li 25/Subatê.

Herweha Wezaretê got: Peqîna Borîyan nebûye egera agirvebûnê  ji bo ku  şandina petrolê têde hatibû rawestandin, lê zîyanên maddî ber xîçê kevtibûn.

Herweha di daxuyannameyeya xwe de got: Wezareta Wizeyê dest kirîye bi karê çêvekirina zîyanên ku ber xîça borîyan kevtîye û hêzên asayîşî, pêngavên pêdivî girtine pêşîya xwe bo dabînkirina asayîşa xîçê û mezinde dikin di demeka nêzîk de petrol bihê şandin.

Neşandina petrolê bo vê dema dirêj, ku dirêjtirîn deme  ji rawestandina Petrolê di dû salên bûrî de û lêdaneka mezine bo Herêma Kurdistanê, ku pişt girê dide bi dahata hinartina petrolê bi rêya evê xîçê, di demekê de Herêm şerrê rêxistîya Daişê dike û xebatê dike daku hevrûşê darmana abûrî nebe, piştî wê dakevtina dijwara nirxa petrola xav,.

Herweha ronahî dixe ser hevbndîya arîşeyên abûrîyên Herêma Kurdistanê û dahilwerîna rewşa asayîşîyê li Bakûra Kurdistanê ku niha kevtîye di nav xirabtirîn pêla tundûtîjîyê de, piştî darimana agirbesa ku dû salan vekêşay di navbera Turkîya û PKKyê li meheha temûza Bûrî.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî Nêçêrvan Barzanî, dûhî Şembîyê bo rojnamevanan gotibû: Ew nekare tekezê bike kû partîya Karkerên Kurdisatn(PKK) berpirse ji peqndina xîça borîyên petrola Kurdistanê û rawestandina şandina petrolê.

Herweha di dema bersiva pirsyarekê de li ser wê yekê ku kî li pişta karên têkderaneye, Nîçîrvan Barzanî gote dezgwhên ragehandinê: Opirsyonên serbazî li deverê hene û em nekarin tekezê bikin ku xîça borîyan hatîye peqandin lê bêguman zîyan pêketîye.

Herweha Wezareta Derveya Turkîyayê xuya kir ku hêzên asayîşê hinek mîn pûçkirine ku le çend xalan xistibûn bin xîça borîyan. Jêderên asayîşî  bi Royterz re gotin: Ew mîn li devera Yenî Mehle li Îdil li ser sinûrê li gel Îraq û Sûryayê  hatibûn çandin kû yeke ji cihên herî agrîne li karên tundûtîjîya dawîyê.

Jêderên asayîşî gotin: Nêzêkî 4000 hêzên Derek û efserên Hêzên Taybet  ji polîsan pişikdarîkirin li hilgirtina berbest û kendekên ku çekdaran li Yenî Mehel çêkiribûn. Herweha gotin firokeyên bê firokevan hatin bikarhînan bo destnîşankirina şûna çekdaran ku dûv re bi top û qenseyan bûne aramanc.

 

Jêder: Royterz