Xwedîkirina hiştiran rastî astengiyan tê

Li gundewarê Tepqayê welatiyê bi nave Xilêf ta niha deveyan xwedî dike, ew jî karê bav û kalên wî ye, lê ji ber rewşa Sûriyê gelek zehmetî têne pêşiya karî wî.
kurdistan24.net

 

K24 – Tebqa

Li gundewarê Tepqayê welatiyê bi nave Xilêf ta niha deveyan xwedî dike, ew jî karê bav û kalên wî ye, lê ji ber rewşa Sûriyê gelek zehmetî têne pêşiya karî wî.

Xilêf ji neşteciyên gundewarê Tepqayê ye, mîna bav û kalên xwe ku ji beriya dehên salan ve deveyan xwedî dikin, ew jî li ser şopa wan ji zaroktiya xwe ve vî karî dike, di gel kurê xwe bi rojan li zeviyên bejî radizên û deveyên xwe bi av û xwarin dikin, li ber germa Havînê û sermaya zivistanê roj û şeva xwe dike yek da debara jiyana xwe û malbata xwe bike.

Bi xwedîkirina deveyan gelek sûdên aborî ji xilêf û malbata wî re peyda dibin, bi taybet bi firotina şîr û biçûkên deveyan, lê di salên dawî de û bi sedema şerê ku li Sûriyê diqeweime, hejmara deveyên Xilêf kêm bûne, herwiha ji ber rewşa ewlehî nikare ji derveyî parêzgeha Reqayê derkeve ku di salên bûrî de devên xwe ta bi gundewarên Hims û Tedmurê dibirin çêriyê.

Ji ber suriştê û peydabûna karînan devera gundewarê Tepqayê bi xwedîkirina devan navdar e, ku hejmara herî mezin tê de xwedî dibin, lê mîna gelek cûreyên kar û pîşeyan bi sedema şere Sûriyê xwedîkirina deveyan jî rastî aloziyan tê û heye bi berdewamiya şer bi yek carî ev kar nemînin.