Petrola Kerkûkê ji bo pêwendiyên Enqere û Hewlêrê derfetek e

Hikûmeta Iraqê biryar daye ku di meha Kanûnê de rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkukê bi riya hêla boriya nefta Herêma Kurdistanê bigihîje Ceyhana Tirkiyeyê û ji wir biçe nav bazara navneteweyî.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Hikûmeta Iraqê biryar daye ku di meha Kanûnê de rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkukê bi riya hêla boriya nefta Herêma Kurdistanê bigihîje Ceyhana Tirkiyeyê û ji wir biçe nav bazara navneteweyî. Li ser vê babetê parlamenterekî Kurd yê Ak Partiyê dibêje, ji bo pêşxistina bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û siyasî derfetekî ye. Herwiha li Enqereyê karsazekî Kurd dibêje, bi geşbûna peywendiyên bazirganiyê wê peywendiyên siyasî jî geş bibin.

Iraqa ku rojane 30 hezar bermîl neft îxracê Îranê dike bi nêzikbûna qonaxa duyem ya gemaroyên ser Îranê tê çaverêkirin ku heta 30ê Kanûnê bi Îranê re ji hemû peymanên bazirganiyê vekişe. Ji loma jî biryar hatiye dayîn ku di meha Kanûnê de rojane 300 hezar bermîl nefta Kerkukê bi riya hêla boriya nefta Herêma Kurdistanê bighîje Ceyhanê û ji wir biçe nav bazara navneteweyî.

Ev mijar li parlamena Tirkiyeyê ji aliyê siyasetmedaran ve jî tê nirxandin. Yek ji parlamenterên Kurd yên Partiya Dad û Geşepêdanê Ak Partiya ku ev 16 sal in li Tirkiyeyê desthilatdar e dibêje, li ser Tirkiyeyê veguhestina nefta Kerkûkê bo bazara cîhanî bo pêşxistina peywendiyên bazirganî û siyasî derfetekî ye.

Parlamenterê Batmanê yê Ak Partiyê Zîver Ozdemir ji K24ê re got: "Meselê bazirganî ya nefta Iraqê, ya Kerkûkê an Kurdistanê Hewlêr an jî Silêmaniyê di wê xeta boriyê de berê jî ew neft di wê derê de li ser ceyhanê de jo bo bazara netewî de dişandin. Ji bo her du alîyan jî eviya baş e çimkî heremê de jî anha deriyekî ku ji bo navneteweyî vedibe tune ye. Aliyekê de Bas heye aliyekê de Îran heye Tirkiye Iraq û Nava Sûriyê heye. Ji bo wê derê jî en deriyê ku muamela wan ku berê jî û îro jî baş derbas bibe Tirkiye ye.

Li gorî Mêrîwan Ciyawukê karsazê Hewlêrî ku ev 20 sal in li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dijî û di heman demî de şêwirmendiya karûbarên komisyona derve yê Ak Partiyê dike, têkiliyên bazirganî û siyasî bi hev re dimeşin û hevûdin geş dikin.

Karsaz Mêrîwan Ciyawuk dibêje: "Di navbera Tirkiye û Kurdistanê de peywendiyên aborî zor girîng e. Lewre bi riya aboriyê siyaset jî geş dibe. Ji loma jî aborî bê siyaset, siyaset jî bê aborî nabe. Nefta Kerkûkê ku berê jî li ser bendera Ceyhanê dihat veguhestin piştî referandûmê rawestiyabû û bo Îranê dihat veguhestin. Ji nû ve veguhestina nefta Kerkûkê ser Ceyhanê bo aboriya Kurdistan û Tirkiyeyê girîng e. Bo pêşxistina di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hewleke erênî heye."

Piştî 16ê Cotmehê ku Heşdî Şebî û artêşa Iraqê Kerkukê dagir kirin dahatûya firotin û bikaranîna nefta Kerkukê nediyar bû. Niha hikûmeta Iraqê bi biryar e ku nefta Kerkûkê li ser Tirkiyeyê bifroşe nav bazarî cîhanî. Herçiqas tê gotin ku dahatûyeke aboriyê bo Kurdistanê tune be jî wê bo danûstandin û peywendiyên aborî û siyasî yên Tirkiye û Kurdistanê bibe derfetek e.