Paleya Nîska li Rojava dereng dest pê kir

Li Rojavayê Kurdistanê paleyiya Nisk û Rizyanê destpê dike, lê ji ber ku di dema paleyiyê de baran bariya û nexweşiyê jî li Nîskan da, banedoreke neyênî li berhemên cotkaran kiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Tirbespiyê

Li Rojavayê Kurdistanê paleyiya Nisk û Rizyanê destpê dike, lê ji ber ku di dema paleyiyê de baran bariya û nexweşiyê jî li Nîskan da, banedoreke neyênî li berhemên cotkaran kiriye. 

Paleya Nîsk û Rizyan (Kemûn) li Rojavayê Kurdistanê hinekî dereng dest pê kir, ew jî ji ber barîna baranê di dema palê de. Cotkarên deverê dibêjin ku ji ber kêmbûna karînan û buhabûna nirxê semad û derman û hin alavên çandiniyê, bandoreke neyênî li berhemên wan hate kirin. 

Ji aliyê xwe ve, xwedanên patoz û deraseyan jî gazinên xwe ji ber buhabûna parçeyên yedek û çakirina patozên xwe dikin û ji ber wê yekî jî ew neçar in nirxê paleyê bilind bikin. Beramberî vê yekê karkerên ku bi destên xwe kar dikin gelekî kêm bûne, loma ew jî nirxê paleya bi destan bilind dikin û li beramberî çinîna 1 donim Nîsk nêzî 8 dolaran distînin. 

Ji nêzî 10 salan û vir de cotkarên Rojavayê Kurdistanê li gel çandiniya Genim, Ceh, Nîsk û Nokan dest bi çandiniya hin cûreyên nû ji çandiniyê dikin, wek Gijnij, Reşreşk, Rizyan û hin cûreyên din.

Li gorî Rêveberiya çandiniyê li parêzgeha Hesekê ya girêdayî hikûmeta Sûriyê di werzê sala 2017ê de, zêdeyî 71 hezar hêktar ji çandiniyên cueyên navbûrî hatine çandin, lê bi sedema hin nexweşiyan û barîna barana vê dawiyê, bandoreke neyênî li berhemên cotkaran hatiye kirin.