McDonalds 169 xwaringehên xwe li Hindistanê girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şirketa sandvîç/hamburgeran a herî mezin a cîhanî McDonalds hemû xwaringehên xwe li rojhilat û bakurê Hindistanê girtin. Egera wê jî aloziyên ligel nûneriya şirketa Connaught Plaza ye ku hevkarê McDonalds li van deveran e.
Heta niha egerên aloziya her du şirketan nayê zanîn. Lê di encama girtina van xwaringehan de 6 700 kes bêkar dimînin.