Qeyrana Rûsya nêzîka 20 mîlyar dolar zerarê dighîne Tirkiyê

Kurd24

K24 – Enqere

Hat ragehandin ku eger qeyrana bi Rûsyayê re berdewam bike Tirkiye wê 20 mîlyar dolar zirarê bibîne ku ev yek beramberê ji 3 paran yek  a dahata Tirkiyê ye. CHPê ev qeyran wek  kûrtirîn qeyran nirxand ku di warê siyasî de Tirkiye têde ye.

Qeyrana Rûsya û Tirkiyê her ku diçe kûrtir dibe. Rêgirî û amborgoya Rûsya ya li dijî Tirkiyê ji aliyê partiyên muxalefetê ve bû cihê nerazîbûnê. Çar Parlamenterên CHPê yên Antalyayê li parlamentoyê daxuyaniyek dan û zirarên aborî yên ku bigihin Tirkiyê eşkere kirin.

Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê yê Antalyayê Çetîn Osman Budak got: “Ji ber vê qeyranê zerar bi tenê nagihije Antalya herwiha zerareke mezin digihe Tirkiyê jî. Di dervefirotinê de 6 mîlyar dolar, di tûrizmê de, 6-7 mîlyar dolar ji Rûsyayê tê Tirkiyê. Divê were zanîn ku wê nêzîka 20 mîlyar dolar zerara Tirkiyê çêbibe.”

Parlamenterên CHPê  qeyrana bi Rûsyayê  re wek mezintirîn qeyrana Tirkiyê ya di dîroka komarê de nirxandin û îdiakirin ku Tirkiye ji ber  şaşîtiyên di politikaya derve de di bazara navneteweyî de nemaye.

Parlamenterê CHPê Niyazi Nefi Kara jî wiha axifî: “Bazarên llternatîv hebûn. Lê belê ji ber polîtîkayên me yên li Sûriyê, bi taybetî me bazara dewletên Ereban ji dest da. Tenê bazarên Almanya û Rûsyayê di destê me de mabûn. Rûsya jî çû.”

Parlamenterên din ên muxalefetê jî gotin li welatekî ku aştî, demokrasî û azadî lê nebe bo tûrîstan jî nabe cihê geşt û gerê û daxwaz ji hikûmetê kirin ku yekser ji polîtîkayên şaş ên derve û navxweyî vegere.