krîza nan li Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê kirîza kêmbûn û berhemhênana nan di asteke ne baş de ye, rewşa welatiyên deverê xerab dike û ji neçarî welatî nan ji nanxaneyên taybet bi nirxekî buha dikirin. Berpirsên Rêveberiya Xweser ku rêveberiya nanxane û aşan dikin, dibêjin ku sedemên sereke ji ber qutbûna kehrebê û tunebûna parçeyên yedek in. Ji alî xwe ve hijmareke mezin ji xelkên deverê rexneyan li rêveberiya nanxaneyan dikin, çimkî asta çêkirina nan di dema dawî de pir xerab bûye û nema tê xwarin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fb357b0e-3178-453a-b8fd-aa2ab8f9f37c/nan.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê kirîza kêmbûn û berhemhênana nan di asteke ne baş de ye, rewşa welatiyên deverê xerab dike û ji neçarî welatî nan ji nanxaneyên taybet bi nirxekî buha dikirin. Berpirsên Rêveberiya Xweser ku rêveberiya nanxane û aşan dikin, dibêjin ku sedemên sereke ji ber qutbûna kehrebê û tunebûna parçeyên yedek in. Ji alî xwe ve hijmareke mezin ji xelkên deverê rexneyan li rêveberiya nanxaneyan dikin, çimkî asta çêkirina nan di dema dawî de pir xerab bûye û nema tê xwarin.

Welatiyê bi navê Mihemed Ezîz di vê derbarê de ji K24ê re got: “Nanê van nanxaneyên niştimanî nema tê xwarin, ji ber piştî demeke ne dirêj tirş û hişk dibe û ji neçarî em nanê buha dikirin. Rojane ez bi 700 ta 800 lêreyên sûrî nan dikirim û eger mêvan hebin bi hezar lêreyan ez nan dikirim.”

Aşên sereke Li bajarê qamişlo hene ku rojane nêzî 230 ton ard berhemhênan dikin, lê ji ber ku ji heyama 5 salan ve ne hatine çakkirin, berhemhênana wan daketiye kêmtirî ji100 tonî.

Eendamê Komîta Aşê Manok Şiyar dibêje: “Berhemhênana ard li aşê manok digihişte nêzî 100 tonî, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî û qutbûna kehrebê, berhemhênana ard daketiye 25 tonan.”

Endamê Komîta Aş û Nanxaneyan di Kantona Cizîrê de Ferxozad Ismayîl jî dibêje: “Pirsgirêka kêmbûna ard li ba me heye, ew jî ji ber 2 aşên sereke li bajêr hene û hindek pirsgirêkên teknîkî peyda dibin û niha hewldanên me hene em wan pirsgirêkan çareser bikin. Ji aliyekî din ve çend aşên taybet li bajêr hene û ji ber berhemhênana ard ne di asta pêwist debû, me ew rawestandin û ji ber van sedeman nan jî bi awayekî nexweş dighêje welatiyan.”

Li bajarê qamişlo 2 nanxaneyên sereke hene û nêzî 75 nanxaneyên taybet jî li taxên bajêr berhemhênana nan dikin, lê tevlî wilo gelek malbatên deverê bê nan dimînin.