Bilindbûna nirxê Dolar bandor li hêkan kir

Li Tirkiyê welatî herî zêde hêk dikirin û herî zêde hêk tê xwarin. Lê belê bilindbûna nirxê Dolar bandora xwe li ser bihabûna hêkê kir û welatî êdî nikarin wek berê hêk bikirin. Hilberîner û dikandar jî li bendê ne ku bihayê hêkan dakeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê welatî herî zêde hêk dikirin û herî zêde hêk tê xwarin. Lê belê bilindbûna nirxê Dolar bandora xwe li ser bihabûna hêkê kir û welatî êdî nikarin wek berê hêk bikirin. Hilberîner û dikandar jî li bendê ne ku bihayê hêkan dakeve.

Hêka ku li ser sifreya welatiyan her gav tê dîtin ji ber zêdebûna nirxê dolar niha wek berê nayê kirîn. Berî mehekê koliya hêkên ku di navbera 8 û 10 lirayê Tirk de dihate firotin, niha di navbera 15 û 19 lirayê Tirk de tê firotin. Ligel vê yekê koliya hêkên sirûştî ya ku beriya bi mehekê bi 15 Lirayê Tirk dihate firotin jî, niha di navbera 25 -30 Lirayê Tirk de tê firotin.

Hilberînerê hêkan Ferhat Topuz her çiqas bihabûna hêkan demkî bibîne jî dibêje ku zirara bihayê hêkan digehêje tevahiya welêt. Topuz dibêje: "Heta ku em van hêkan digihînin ber destê welatiyan, di gelek merhaleyên zehmet de derbas dibin. Ji ber bihabûna hêkan hejmara kirryarên me gelek daket. Ji dikandaran bigrin heta şêranîfroş herkes zirarê dibîne. Em di wê baweriyê de ne ku wê di 2017an de bihayê hêkan dakeve."

Digel bilindbûna nirxê Dolar, di serî de li welatên wek Ukrayna, Îrlanda, Iraq, Hîndîstan û Macarîstan û bi giştî 38 welatên biyanî ku herî zêde hilberîna hêkan lê tê kirin niha şewba çivîkan peyda bûye. Ji ber vê yekê jî welatên biyanî berê xwe didin hêkên ku li nava Tirkiyê tên hilberandin. Ew jî dibe sedem ku bihayê hêkan zêde bibe.