Tevgera bazarên Bakur di Remezanê de geş e

Bereketa meha Remezanê li sûk û bazaran xuya dike. Li bajarên Bakurê Kurdistanê li gorî sala par xelk zêdetir derdikevin bazarê û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Esnafên bazara Diyarbekirê jî ji dan û stendinan kêfxweş in.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bereketa meha Remezanê li sûk û bazaran xuya dike. Li bajarên Bakurê Kurdistanê li gorî sala par xelk zêdetir derdikevin bazarê û pêdiviyên xwe dabîn dikin. Esnafên bazara Diyarbekirê jî ji dan û stendinan kêfxweş in.

Ev der bazara navçeya Sûra Diyarbekirê ye. Di heman demê de navenda dan û standina bajêr, navçe û gundewaran e. Ji ber aloziyan sala par bazarvanên vê sûkê baş kar nekirin. Lê bele îsal hefteya ji beriya Remezanê û lîv û tevgera dan û stendinê dest pê kir. Welatî ji buhayan gazincan nakin.

WelatÎ Huseyîn Suphandag dibêje: “Bereketa Remezanê zêde ye.  Yanî Xwedê Teale bereketê dide. Me, goş, xiyar û sebze kiriye. Baş e, erzanî ye. Wek mînak me heta niha kiloya firîngiyan bi 7 lîre dikirî lê niha bi 1,5 lîre em dikirin.”

Di dema aloziyan de deriyên van dikanan bi mehan girtî mabûn. Esnaf, ji hatina xelkê bo bazarê kêfxweş in û zirar û ziyana xwe ya salên borî derdixînin. Muhamed Daggulu dibêje, Remezana îsal bi bereketa xwe hat, karê me baş e.

Esnaf Muhamed Daggulu got: “Maşaellah destpêka rojiyê ye, bazar baş e. Esnaf jê razî ne, berekta rojiyê ye. Îsal dine piçekê hênik e, herî zêde şîrînahî tê firotin. Li bazarê cûreyên tiştan zêde ne. Buha jî baş e, ne zêde giran e. Herkes dikare bikire.”

Ji ber ku di rojiyên germ û dirêj de rojîgir têhn û birçî nebin li gorî wê yekê dan û standinê dikin.

Welatî Remezan Kicinok dibêje: “Min rûn, dims, helaw kirî. Yanî ji bo Remezanê çi xweş be me ew kirî. Em dixwazin sofreyên me dewlemend be.”

Lîv û tevgera bazarê ji beriya hefteyekê destpê kiriye û heta dawiya vê mehê jî didome. Di 15 rojên pêşî de xelk zêdetir xwirekê dikire, di 15 rojên dawiya Remezanê de jî xelk dest bi kirîna libas û fêkiyên cejnê dikin. Li bazarê tevgera bazarê ne tenê bi roj lê heta saetên derengî şevê jî didome.