Aboriya Tirkiyê û hikûmeta nû

Kurd24

K24 - Enqere

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê aboriya Tirkiyeyê bi awayekî berbiçav hejiyabû û herwiha sedem wek nebûna şiyanekê hatibû nirxandin. Niha li Tirkiyê hikûmeta 64em hat damezrandin û heta astekî aramî çêbûye. Ji niha û şûnde aboriya Tirkiyeyê dê ber bi ku ve biçe pispor dinirxînin.

Li Tirkiyeyê bihayê dolar di havîna 2015an de rekorek şikand û li pêşiya lirayê tirk gehişt 3,03 lirayê tirk. 5 mehên di navbera hilbijartinan de pirsgirekên aborî di rojevê de gelek cih girt û herwiha çareserkirina kêşeyên aborî jî bi awayekî berfireh di nav kompanyayên hilbijartinan de cih girt.

Niha, li Tirkiyeyê hikûmeta 64emin di bin desthilata AK Partiyê de hat avakirin. Ji niha û pê de aboriya Tirkiyeyê dê ber bi ku ve biçe? Proseforê aboriyê yê navdar Korkut Boratav kêşeyên Tirkiyeyê yên aborî demkî nabîne: “Aboriya Tirkiyeyê hêdî hêdî disekine, ji niha pêde jî guhertinên erênî nabînim.  Aboriya Tirkiyeyê şansê tevgerîna serbixwe ji dest da. Êdî di bin hikûma emperyalistan de ye. Loma bawer nakim tu guhertin çêbibin.”

Akademisyen Ferda Dönmez jî aboriya Tirkiyeyê bi tevgerên sermayeyê ve girê dide: “Dema sektora aboriya dinyayê bibiryar dom dike veguhestina pereyên li Tirkiyeyê jî zêde dibe, lê nezelaliyek piçûk jî zu bandorê dike. Bi rastî ev jî politikaya naxweyî zêdetir ya derve eleqedar dike.”

Li Tirkiyeyê hikûmeta 64emîn hat damezrandin. Mehmet Şimşek wek berpirsê aboriyê derbasî ser aboriya Tirkiyeyê bû. Gelo alikarê serokwezîr yê aboriyê Mehmet Şimşek wê aboriya Tirkiyeyê çawa birêve bibe. Gelo Şimşek, bi projeyeke çawa wê aboriya Tirkiyeyê dirust bike? Encamên vê yekê di demên pêş de wê derkevin holê.