Rêveberiya Xweser buhayê keseteyên jiaynê bilind dike

Buhyê bermîlek Mazot ji 35 hezar lîrayên Sûrî bû 41 lîre.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li bajarê Efrînê buhayê hin keseteyên jiaynê mîna Nanê xwarinê û Mazotê bilind kir., ku vê carê bilintirîn nirxe ji dest pêka şoreşa Sûriyê ve.

Li gor jêderên navxweyî ji bajarê Efrînê Rêveberiya Xweser buhayê nanê xwarinê ji 250 lîreyên Sûrî kire 400 lîreyan, herwiha nirxê bermîla mazotê ji 35 hezar lîreyên Sûrî kire 41 lîre, ev yeke ji destpêka Îlona borî ve destpêkiribû.

Li gor pisporên aborî buhabûna nerxê keresteyan dê bandoreke xirab li ser tevgera bazirganiyê û jiyana welatiyan bike, nemaze ew keresteyan ku, alavên wan li ser madeya mazotê kardikin.

Navçeyên Kurdî li gor pisporan deverên herî zêde ne di buhabûna nirxê keresteyan de beramberî bajarên din yên Sûriyê.