Li bakur hilanîna berhemên genim û ceh ber bi dawî yê ve diçe

Herwiha ev genimên bi rêya bazirganan tê standin ji Mêrdîn, Qoser û ji Diyarbekirê re tê şandin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê dirûn û hilanîna berhemên genim, ceh û genimê sor ber bi dawîbûnê ve diçe. Digel vê yekê firotina wan jî destpêkir. Cotkarên ku genim û cehê xwe difiroşin berdêla berhemên xwe arû yêm distînin. Lê cotkar dibêjin ku îsal hilberîna genim û ceh gelek kêm bûye.

Gelheya Malazgîra li ser bajarê Mûşa bakurê Kurdistanê 20 hezar e û debara vê bajarokê jî wekî bajarên bakur yên din cotkarî û ajaldarî ye. Niştecîhên bajarokê di meha Tîrmehê de genim û cehê xwe didirûn û di meha tebaxê de jî van berhemên ku dirûtine dibin embar û bazaran bi awayekî komî difiroşin.

Hilberînerên genim yên Melazgîrê bi randevuyê diçin Ofîsa Berhemên Axê û ji ber wê yekê acizin ku berhemên wan dereng tê kirîn. Li gorî başbûn û qelîteya genim û ceh bazirgan kîloya genim û ceh 70ê an jî bi 80ê qirûşan dikirin.

"Karê hildana genim dikin. Ji bo pêdiviya xwe, gel pêşî ard dibe û piştre jî yem dibe. Dişînin ji kargeha re, kargeh jî wan berheman bikartîne. Li gorî wê hesap û kisabên xwe dikin. Em niha malê xelkê li gorî OFÎSê baştir distînin."

Wekî din hindek cotkar ji zêdebûna nirxê mazot û zibil têr gilî û gazincin û li gorî raveya cotkaran îsal li gorî salên din zêde kar nekirine.

"Em genim diçinin, ceh diçinin. Em îsal ji berê ne kêfxweşin. Ya rastî me zirar kiriye, bi bihabûna gubreyê û bi bûhayê mazotê. Em ji bazirganan razî ne. Ew bi destê me digrin, em diçin devê OFÎSê lê OFÎS bi destê me nagire."

Cotkar amaje bi wê yeke dikin ku tona gubre bi 2 hezaran e û ya mazoıtê jî lîtreya wê bi 4 lîreyên Tirkî distînin, ji ber wê yekê jî tu sûdê ji genim wernagirin. Herwiha ev genimên bi rêya bazirganan tê standin ji Mêrdîn, Qoser û ji Diyarbekirê re tê şandin.