Têkiliyên aborî yên Rûsya û Tirkiyê têk diçin

Kurd24

K24 – Stenbol

Piştî xistina firokeya Rusî, Serokê Rusyayê Vlademîr Putin derket pêşberî kamerayan û bi zimanekî tund axivî. Putîn got: "Encamên vê bûyerê wê pir giran bin!". Van gotinên Putîn, tekiliyên abori yên di navbera herdu welatan de anîn bîra mirov. Gelo peywendiyên Rûsya û Tirkiyê di kijan waran de têk diçin?

Di 24ê Mijdarê de firokeyeke Rusî ji aliyê hêzên Tirk ve bi hinceta bezandina sînorê Tirkiyê hatibû xistin. Li ser vê serkirdeyên Rus ragihandin ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re dê qut bikin. Hem Rusya hem jî Tirkiye di warên aborî, turîzm, bazirganî û avahîsaziyê de girêdayî hevûdu ne.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, hişyarî da welatiyên xwe daku neçin Tirkiyê. Lê Rusya, ji bo Tirkiye welatekî muhîm e. Ji ber salê nêzîka 5 milyon Rus serdana Tirkiyê dikin.

Herwiha di nav salêkê de bi qasî 3 mîlyon dolar bazirganî tê kirin. Di navbera salên 2010-2014an de bazirganî ji sedî 17 derbas bû û gihîşt 27 mîlyar dolaran. Herî zêde di sektora enerjiyê de firotin û kirîn çebûye. Piştî Yekîtiya Ewropayê zêdetir Tirkiyê ji Rusyayê gaza xwezayî û neftê distîne. Herwiha dihat plan kirin ku, bi projeya "Tirk Akımı" gaza Rusyayê di ser Tirkiyê re biherike Ewropayê.

Tirkiye ji bo ku enerjiya xwe bi xwe hilberîne, li Mersînê santrala Nukleerê ava dike. Lê ev santral jî bi destê Kompanyaya Rusî Rosotam tê çêkirin.

Ji salên 1990an ve ji bo muteahîtên Tirk, Rusya bazareke girîng e. Muteahitên Tirk, piştî Turkmenîstanê herî zêde li Rusyayê dixebitin. Kompanyayên Tirk, li Rusyayê, ji nexweşxaneyan heta otorêyan, di gelek waran de kar dikin.

Herwiha yek jî malên hinardekirinê yê herî girîng a Tirkiyê goştê mirîşkê ye.Tirkiye par bi qasî 16 milyon dolar gostê mirîşkê firotiye Rusyayê. Dihat çaverêkirin ku ew hejmar îsal wê bigihîşta 23 mîlyon dolaran lê niha biryar heye ku Rûsya nekire.