Hevkariya VW û Tata Motors bidawî hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Di daxûyaniya ku ji alî Tata Motors li Hindistanê ve hatî dayîn de, biryara bidawîhatina hevkariya Tata Motor û Volkswagen a almanî ve hate ragihandin.
Ligor daxûyaniyê hevkariya her dû şirketên mezin wekî hatî çaverêkirin birêve neçûye û bidawîhatina rêkeftinê ji her du şîrketan re jî baştir e.
Piştî ragihandina vê biryarê, hisseyên Tata Motors ji sedî 6,5 û yên VW ji sedî 1 wendakirin encam dan.