Li Bakur rêjeya firotina makîneyan li gorî salek berê kêm bûye

Cotkarên ku serdana pêşangehê dikin, dixwazin ku ji fersandên erzanbûna makîneyan sûdê werbigirin û ji bo karhêsaniya cotkariyê amûr û alavên pêşkeştî bikirin.

 

K24 – Diyarbekir

Di pêşangeha Cotkarî û Ajaldariyê ya li Diyarbekirê de amûrên teknolojîk ên pêşketî bala cotkaran  dikişînin. Cotkarên ku serdana pêşangehê dikin, dixwazin ku ji fersandên erzanbûna makîneyan sûdê werbigirin û ji bo karhêsaniya cotkariyê amûr û alavên pêşkeştî bikirin.

Bi pêşketina teknolojiyê re di beşên cotkarî û ajaldariyê de makîneyên ku berhemên teknolojiya herî dawîn in tên bikaranîn. Ji bo ku mesref kêm bibe û hilberîn zêde bibe, cotkar bi taybetî ji pêşangehan makîneyan dikirin. Cotkarên ku şert û mercên wan digirin, dikarin bi texsîdan bê faîz makîneyên kar bikirin.  Buhayê van makîneyan ji 100 hezar lîreyan dest pê dike û heta milyon û nîvê jî diçe. Ramazan Uyanik berpirsê companiyeke ku traktoran difiroşe ye. Uyanik taybetmendiyên vê traktorê wiha tîne zimên.

Ramazan Uyanik dibêje: “Ev motora me 155 beygîr e. Buhayê wê 105 hezar Euro ye. Cotkarên me bê pêşinat û bi krediya 5 salan bê faîz dikirin. Teksîdên wê salê carekê tên dayîn. Ji bo cotkariya li ser donimeke erdî, 2 lître mazot dişewitîne.”

Gazincên cotkaran ji zêdebûna mesrefên wekî buhayê mazot, gubre û dermanan e. Ji ber buhabûnê cotkar amûrên ku mesrefa wan kêm û maveya garantiya wan zêde ne, tercîh dikin.  Yek ji makîneyên ku bala cotkaran dikişînin jî makîneyên mîmzer ango tovçandinê ne. Ev mîmzer tov û gubreyê bi hev re direşîne.  Firoşkarê Makîneyên Cotkariyê Vurkan Arslan dibêje;  cotkar dikarin bi vê mîmzerê di carekê de li ser 32 xetan tov biçîne.

Vurkan Arslan got: “Mîmzerên berê tonekî tov digirtin lê ev mîmzer 2 ton tov digire. Her carekê dikare 50 donim erd biçîne. Buhayê wê jî 28 hezar lîreyên Tirk e.”

Li gorî ragihandina firoşkarên makîneyên cotkariyê, di pêşangeha par de makîne zêdetir hatine firotin. Firoşkar sedemên kêmfirotinê bi bilinbûna nirxê dolar û Euro ve girêdidin. Hin cotkar jî amaje dikin ku îsal ji ber hişkesaliyê dê dahata cotkariyê kêm be û ew jî naxwazin bi kirîna makîneyan xwe deyndar bikin.