G7 harîkarî ya darayî ya Herêm a Kurdistanê dikin

Serkirde yên Heft welat mezin ên pîşesazîyê, tekezê dikin li ser harîkarîkirin a darayî bo a Herêm a Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Serkirde yên Heft welat mezin ên pîşesazîyê, tekezê dikin li ser harîkarîkirin a darayî bo a Herêm a Kurdistanê.

Li beyanname ya bi dawîhatin a kopk a G7( Heft welat ên pîşesazî) ku la Japonê bi rêve çû, behsa rewş a darayî ya Herêm a Kurdistanê û Îraqê hat kirin û bo evê mebestê jî biryar hat dan bi 3.6 milyar Dolaran harîkarî ya Îraqê bihê kirin û pişk a Herêm a Kurdistanê jî di vê pereyî de heye û divê bigehe dest Herêm a Kurdistanê.

Ev car a yekêye kopk a  G7 bi şêweyek a fermî nav ê Herêm a Kurdistanê dihîne û tekezê jî dike li ser harîkarîkirin a wê gehiştin a wan harîkarîyan bi Herêm a Kurdistanê.

Li kopîtk a welat ên g7, her yek ji Barak Obama, serok ê Emerîkayê, Encêla Merkil,
rawêjkar a Elmanyayê, Firanswa Oland, serok ê Firansayê, Matîyû Rênzî, serok wezîr ê Îtalîyayê, Castin Tirodo, serok wezîr ên Kendayê, Deyvîd Kamîron, serok wezîr ên Birîtanyayê û Şînzo Abê, serok wezêr ên Japonê pişikdar bûn.

Li 7ê Adarê şandek  her heft welat G7 li gel nwêner ê Netewe yên Hevgirtî li Îraqê û nwêner ê bank a nîvdewletî, serdan a Herêm a Kurdistanê kirin û li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê kom bûn . di wê kombûnê de, şand a G7 ku ji ablyûz ên wan welatan li Bexdayê pêkhatibû, nerîn û pêdivî yên Herêm  a Kurdistanê wergirtin û soz dabûn ku wan daxwazîyan bigehînin kopk aserkirde yên G7 li Japonê.