Buhayê petrolê bilind bû

Li gor pisporan, niha bûyahê petrolê ji sedî 70 daketiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Buhayê petrolê li bazarên cîhanê bilind bûye, her bermîlek gehiştiye zêdeyî 30 dolarî.

Li gor ajansa Reutersê, ji ber keşûhewaya sar li Ewropa û Amerîka, daxwaza li ser petrolê zêde bûye.

Amarên dawî amaje dikin ku, buhayê petrola xav a Amerîkî ji sedî 1.26 bilind bûye û buhayê her bermîlekê gihiştiye 30.79 dolarî, petrola Brent jî ji sedî 1.50 bilind bûye û buhayê bermîlê gehiştiye 30.75 dolarî.

Li gor amarên fermî, buhayê petrolê ji sala 2014an ve û heta niha, ji sedî 70 daketiye.

Di çend rojên borî de, buhayê her bermîlek petrol daketibû biniya 28 dolaran.