Bi sponseriya Kurdistan24ê yekemîn konfiransa pêşesaziyê destpê kir

Ehmed Rêkanî ji K24ê re: Gellekî ji Herêma Kurdistanê re pêwîst e, ku pişta xwe tenê bi petrolê ve girê nede û karta pêşesazî jî bi giringî werbigire û pêş bixîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Yekemîn konfiransa pêşxistina karta pêşesaziyê li Kurdistan û Iraqê, bi sopnseriya Kurdistanê24ê li Hewlêrê dest bi karên xwe kir.

Li ser wê konfiransê, Serokê Yekîtiya Peymanderên Kurdistanê Ehmed Rêkanî ji K24ê re ragihand, ku gellekî ji Herêma Kurdistanê re pêwîst e, ku pişta xwe tenê bi petrolê ve girê nede û karta pêşesazî jî bi giringî werbigire û pêş bixîne.

Ehmed Rêkanî zelal kir, ku niha welatên mezin yên cîhanê, bêyî ku petrola wan hebe, rewşa wan a abûrî gellekî baş e, ew jî ji ber ku giringiyeke mezin didin pêşesaziyê û wê kartê pêş dixin, lewra jî dema ku nirxê petrolê li ser astê cîhanê nizim bû, Herêma Kurdistanê derbasî kirîzeke abûrî bû, lê welatên ku pêşesaziya wan bihêz e, rastî kirîza abûrî nehatin.

Rêkanî tekez kir, ku Kurdistan kare ji bo pêşxistina karta pêşesaziyê, mifayê ji pispor û ezmûnên welatên din werbigire û li gel wê yekê jî, kesên pispor û pêşesazan li nav Kurdistan amade bike, daku hêza mirovî ya Kurdistanê, di qunaxa diwem de, kargehan birêve bibin.

N.O