Li Rojava diyardeya bilindbûna nirxê keresteyên bazirganî

Li gorî hin aborînasan, buhabûna nirxê keresteyan li cem welatiyên deverê , bûye çandeke rojane, çareseriya aloziyên bazirganiyê jî tenê, di berhemhênana kargehan de ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/517bda21-ed8a-4d7a-8d28-0accdd71c5d2/bazirgan-qamislo.ism/manifest

K24-Qamişlo

 Nirxn piraniya keresteyên bazirganî li bazarên Rojavayê Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve diçe, bazirgan jî her dem sedemên wê bi buhabûna dolar beramberî lîreya Sûrî ve girêdidin. lê dema nirxê dolar kêm dibe, nirxê keresteyan weke xwe dimîne, xweyê hin dukanan dibêjin ku, çend bazirganên mezin hene, piroseya bazirganiyê li gorî berjewendiyên xwe bi rêve dibin.

Derbarê vê babetê zêrfiroş Muhemed bavê Resûl ji K24ê re wiha got:"Dema welatî ji me di pirsin çima nirxê zêr buha dibe, bi rastî em jî nizanin çima, ji ber çend kes hene bi hûtên mezin tên naskirin, ew kes naskirîne, em êdî nizanin zêr bi firoşin yan jî na."

Ji aliyê xwe ve bazirganekî din jî bi navê Faroq El-Umer wiha ji K24ê re axifî:"Hindek bazirganên mezin hene, bazar kontirolkirine, nirxê her tiştî di destên wan deye, Serê sibehan nirxê keresteyan bi awayekîyekî ye û  piştî nîvro ba awayekî cuda ye."

Li gorî hin pisporan serastkirina tevgera bazirganiyê di bazarên Rojavayê Kurdistanê , bi hindek sedemên sereke ve girêdayî ye, ew jî ji desthiltdariya deverê tê xwestin, wek sazkirina yasyên guncay û bi rêvebirina saziyên bazirganî ji aliyê kesên pispor ve. Derbarê vê mijarê Dr. Şewqî Muhemed ji K24ê re wiha got:"Em di kirîzeke mezin de derbas dibin, çavdêriya bazaran lawaz bûye, ev yek bûye sedema ku, bazirganên mezin tevgera bazirganiyê li gorî berjewendiyên xwe dilivînin, ji ber vê yekê jî çavdêriya desteyên berpirsyar kêm bûye."

Li gorî hin aborînasan, buhabûna nirxê keresteyan li cem welatiyên deverê , bûye çandeke rojane, çareseriya aloziyên bazirganiyê jî tenê, di berhemhênana kargehan de ye, herweha divê rola çavdêriya bazaran zêdetir bibe.Pêwîste aliyên pêwendîdar alîkariya karker û cotkaran bikin daku, tevgera bazirganiyê vegere mîna berê.