Zêdebûna Dolarê Emerî Lîreya Tirkiyê têk dibe

Lîreyê Tirkiyê ku li hember Dolarê Emerîkayê nirxê xwe roj bi roj kêm dike, bandorên neyînî li mûçeyên karker û karmendan jî dike.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Zêdebûna Dolarê Emerîkayê, li Tirkiyê dibe sedema têkçûna aboriyê. Hem pêşveçûnên piyasayên Kureyî, hem jî aloziyên polîtîkayên Tirkiyeyê yên navxweyî, buhayê dolarî heta 3.4069'an rakir.

Pisporên aborînasiyê di derbarê bandorên neyînî yên zêdebûna dolarî de hemfikir in. Li gorî nêrîna aborînasan, sedemek zêdebûna dolarên Emerîkayê, ji ber rojeva guherbar ên welatên biyanî ye. Ango hilbijartina serokatiya Emerîkayê, di zêdebûna nirxê dolar de rola herî mezin dilîze. Bandora zêdebûna nirxê dolarî, bi awayekî neyînî xwe li Bakûrê Kurdistanê jî dide der. Serokê Federasyona Herêmî ya Zêrkariyê Mûstafa Akkûl, sedema vê yekê bi rewşa bêaramiyê ve girê dide.

Serokê Federasyona Herêmî ya Zêrkariyê Mûstafa Akkûl wiha got:"Aboriya Diyarbekirê, aboriya Herêma Bakûrê Kurdistanê, heta aboriya Rojhilata Navîn, bi rastî jî di sekeratê de ye. Ji ber ku dolar her roj ber bi zêdebûnê ve diçe, bi rastî ev ji bo hemû aboriya Tirkiyeyê xetere ye û ev yek nîşan dide ku pirsgirêk hene. Ev, nîşaneya vê yekê ye. "

Sedemên zêdebûna dolarî, ji aliyê zanistiyên siyasî û civakî ve bi sê babetan tên nîşandan. Babeta yekemîn siyaseta navxweyî, babeta duyemîn daxilbûna şerê li welatekî din û babeta sêyemîn jî rewşa welatên derveyîn e. Mamosteyê Zanistiyên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî Erkan Sarica jî rewşa aboriya Tirkiyeyê û bênirxbûna Lîreyê Tirkiyê, wekî polîtîkayên hewcekirina civakan û lîstikên têkbirina dewletan dinirxîne.

Mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî-Beşa Zanistiyên Siyasî Erkan Sarica wiha axifî:"Zêdebûna dolar, tenê fêdeya xwe ji dewlemendan re heye. Xîzanan xîzantir dike, dewlemendan dewlemendtir dike. Dema dolar zêde bû, bila dîsa buhayên we wekî xwe bimînin. Dema wisa be, pergal jî nikare mirovan têk bibe."

Siyasetên derveyîn jî, siyasetên navxweyî jî her dem bandorên xwe li ser aboriya civakan dikin. Lîreyê Tirkiyê ku li hember Dolarê Emerîkayê nirxê xwe roj bi roj kêm dike, bandorên neyînî li mûçeyên karker û karmendan jî dike. Karker û karmendên ku bi buhayê asgarî dixebitin, ji mûçeyê wan ê mehane,her meh bi dehan lîre dihele.