Aboriya Amerika ji sedî 3 pêşkeft

K24 – Navenda Nûçeyan

Aboriya Amerikayê di 3 mehên dawî de, ji sedî 3 pêşkeft. Ev yek di 2 salên dawî de mezintirîn pêşkeftina aboriya Amerika ye.

Aborîzanan çaverê dikirin ku, mezinbûn di derdora ji sedî 2,7 be, lê encamê çaverêkirinên aborîzanan jî derbas kir.

Aborîzan di wê baweriyê de ne, pêşkeftina aborî di demên pêş de jî dê berdewam bike. Siyaseta aborî ya desthilata nû ya Amerikayê liser bîngehên qayim birêve diçe.