Nirxê dikanên li Kolana Melîk Ehmedî jî 2 qat zêde bû

Kolana dîrokî û navdar a navçeya Sûra Diyarbekirê, Melîk Ehmed; piştî pêvajoyeke zehmet û giran ji nû ve hat rêkûpêkkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Kolana dîrokî û navdar a navçeya Sûra Diyarbekirê, Melîk Ehmed; piştî pêvajoyeke zehmet û giran ji nû ve hat rêkûpêkkirin. Esnafên Kolana Melîk Ehmedî, ji aliyekî ve kêfxweş in ku dikanên wan hatine nûkirin û ji aliyekî ve jî amaje dikin ku nûkirina dikanan têr nake û divê bazar jî geş bibe. Nirxê dikanên li Kolana Melîk Ehmedî jî 2 qat zêde bû û kirêyên dikanan jî ji %40 zêde bûn.

Piştî şer û pevçûn û qedexeyên navçeya navendî ya Diyarbekirê Sûrê, gelek kuçe û kolanên dîrokî zerar û ziyan dîtin ku yek ji van kolanan jî Kolana Melîk Ehmedî ye ku di dema pevçûn û qedexeyan de esnafên vê kolanê jî nikaribûne dikanên xwe vekin û rastî zirareke mezin hatibûn. Piştî şer û pevçûn û qedexe bi dawî bûn jî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê di 18'ê Tebaxa sala 2017'an de dest bi nûkirina kolanê kir. Yek ji esnafên Kolana Melîk Ehmedî, Adîl Aydin tîne zimên ku ew bi nûkirina dikanan û hawirê kêfxweş in.

Rêveberê Jûra Esnafan a Diyarbekir Adîl Aydin ji K24ê re got: "Berê ji me re bigotana wê dewlet xizmeteke wiha bike, me bawer nedikir. Ji ber ku dewlet her dem distîne lê nade. Lê niha wan ev xizmet kirin û xizmeteke baş e. Nirxê dikanan jî zêde bû ev yek jî baş bû. Em spasiya wan kesan dikin ku keda wan di vî karî de heye."

Ligel esnafên ku ji nûkirina dikanan û kolanê kêfxweş in, esnafên ku vê yekê wekî çareseriyê nabînin jî hene. Yek ji esnafên Kolana Melîk Ehmedî, Mehmet Yîgîter amaje dike ku pêwîstiya sereke ew e ku bazara vê kolanê geş bibe.

Esnafê Kolana Melîk Ehmedî Mehmet Yîgîter dibêje: "Baş e niha kolana me ji berê xweştir û baştir bûye lê tiştê girîng ew e ku xelk were û bazar geş bibe. Niha serdera dikana min bikin zêr jî piştî ku kar nebe, xelk neyê kirînê neke, ti girîngiya nûkirinê jî namîne."

Di Kolana Melîk Ehmedî de 3 hezar dikan hatin nûkirin û xebatên nûkirinê jî di navbera 8 mehan de pêk hat û kolan jî di 17'ê Adarê de hat vekirin. Piştî nûkirinê kirêya dikanên Kolana Melîk Ehmedî ji %40 zêde bû û bihayê dikanan jî 2 qat zêde bû. Esnafên Kolana  Melîk Ehmedî niha li bendê ne ku xelk eleqeyê nîşan bide û bazar jî geş bibe.