Li bakur a Kurdistanê amadekarî yên cejin a Qurbanê

Bi nezîkbûna Cejna Qurbanê ya 2016an gelek kesan dest bi amadekariya xwe dkir. Di van amadekariyên cejnê de di xala sereke de bazarên heywanan tên. Ji ber bûhayê zêde yê heywanan welatiyên ku bi serê sibehê re diçin wan bazar deste vala vedigerin. Yek ji wan deverên ku bandora bûhayê zêde lê bûye bajarê Îdirê ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b80c8c44-aa04-408b-881d-3f02c9cb8b09/LiIdireDiDanustanaHeywanenQurbaniKemBuye.ism/manifest

K24- Hewlêr

Bi nezîkbûna Cejna Qurbanê ya 2016an gelek kesan dest bi amadekariya xwe dkir. Di van amadekariyên cejnê de di xala sereke de bazarên heywanan tên. Ji ber bûhayê zêde yê heywanan welatiyên ku bi serê sibehê re diçin wan bazar deste vala vedigerin. Yek ji wan deverên ku bandora bûhayê zêde lê bûye bajarê Îdirê ye.

Li Îdira bakurê Kurdistanê ajaldarî cihekî giring digre. Ji ber ku Îdir li gorî derdora xwe hindekî zêdetir baran lê tê welatiyên li vir, ji sedî 70ê debara xwe bi ajaldariyê dikin û li bazaran danûstandina heywanan dikin. Bi nezîkbûna Cejna Qurbanê jî tevgera ji bo danûstandina heywanan li bazaran zêde bû. Li bajarê Îdirê jî kesên ku dê heywanên qurbanî bikirin serê sibehê diçin bazarê û ji bo ku ji xwe re heywaneke qurbanî bistînin hewl didin. Welatiyên ku diçin van bazaran jî, ji ber bihayên heywanan zêde ye, bi gilî û gazinc in. Li bazaran, bûhayên dewaran di navbera 8 û 16 hezar lireyên Tirkî de ye, yên pez jî di navbera 500 û hezar lîreyê Tirkî de tê guhertin. Ji ber ve yekê jî kesên ku li rastî van bûhayan dibin deste vala vedigerin malên xwe.

Hanefî Kaya - Firoşkerê heywanan, got: "Bi milet re pereyên kirînê tune ye, kêm e, gel perişan bûye. Rewşeke zêde rind nîn e. Heywanên qurbanê em dibêjin 700 lîre kes nakire, em dibêjin bi 600 lîreyî me kiriye. Em ne dikarin bifiroşin, gel jî ne dikarin bistînin. Bi xelkê re pare tune ye, qeyran e."

Bi boçuna bazirganên heywanan, sedema bihabûnê, şer û pevçûnên ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn berdewam dikin. Ji ber vê keşêye jî, êdî kes ji derveyî bajar nayê nava bazara navenda Îdirê.

Ahmet Yilmaz- Firoşkerê heywanan, got:"Bazareke zindî tunne ye. Sedem jî ez bawerim şer e, tirsek di nava gel de heye, dilê wan naxwaze qurbanekî şer jê ke. Ji ber şerê Rojava jî tirsek ketiye dilê milet. Ji bo wilo kes hez nake ku ajaldariyê jî bikê. Bazar bilinde lê belê em bibêjin heywana ku par diçû bi 4a î sal diçê penc û nîv an jî 6an."

Herwiha bazirgan, dibêjin ku her sal ji Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û ji Dîlokê gelek kes dihatin, ji bo kirîna heywanên qurbanî û ji ber ku ji derveyî bajar êdî kes nayê bazirganên bazarê di navbera xwe de danûstana heywanan dikin.