Tirkiyê li beranberî Rûsyayê çi dikare bike

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî operasyonên Rusyayê yên dijî opozîsyona Sûriyê, di navbera Tirkiye û Rûsya de niqaş dest pê kirin. Pispor jî dibêjin, Tirkiye li hember Rûsya nikare ber xwe bide, çimkî ji aliyê enerjî û gazê ve girêdayî Rûsyayê ye.

Hêzên asmanî yên Rûsyayê, hefteya borî li dijî çeperên DAIŞ'ê yên li Sûriyê operasyon kiribûn û piştî van êrîşan hikûmeta Tirkiyê bi hinceta dabezîna asmanî nerazîbûna xwe nîşan dabû.

Nivîskar û ekonomîst Prof. Dr. Mehmet Altan ji peyamnêrê K24 re duh 9 Cotmehê got ku, Tirkiyê di polîtîkaya xwe ya derve de têk çû, ji ber ku Tirkiye piraniya gaza sirûştî ji Rûsyayê distîne, ti bijiardeyek bo Tirkiyê tune ye.

Altan bi bîr dixe ku Tirkiyê ji ber polîtîkayên xwe yên xelet ên sedsala 21'ê gelekî paş de maye û got “Tirkiye beriya niha li beramberê NATO'yê bi welatên ŞANGAY'ê yên dîktator re pêwendî danîbû, lê niha jî em dibînin serê wê bi Rûsyayê ketiye belayê û pişta xwe daye NATO'yê. Ev yek jî nîşanî me dide ku Tirkiye, di polîtîkaya derve de li dîwarê qelibiye.”

Akademîsyen Doç. Dr. Abdullah Kıran diyar dike, li gor hiqûqa nawneteweyî mafê Sûriye heye ku ji Rûsyayê alîkariyê bixwaze. Herwiha amaje kir jî ku Tirkiyê, ji tirsa ku Kurd li Sûriyê bibe dewlet, hemû siyaseta xwe ji bo li pêş Kurdan were girtin bi rê ve bir, Îro jî tê dîtin ku hem Amerîka hem jî Rûsya, PYD wek hevkarê xwe dibînin.

Li gor nêrîna pisporên rojhilata navîn, şerê li Sûriyê ku niha bûye sedema krîzekê di navbera Tirkiye û Rûsya de, wê heta dîtina çareseriyekê ji bo rewşa Sûriyê berdewam bike.

Rûsya û Tirkiye li ser bazirganiya aborî û bi taybetî jî li ser gaz û enerjiyê di nav têkiliyeke xort de ne. Tirkiye her sal ji Rûsyayê 25 mîlyar m2 gaz werdigire.