Tirkiye û Qeterê li ser gaza xwezayî li hev kir

Tirkiyeya ku ji sedî 55 gaza sirûştî ji Rûsyayê dikirî niha ji bo peydekirina gazê bi welatê Qeterê re li hev kir.

K24 – Stenbol

Rewşa têkiliyên aborî yên Tirkiye û Rûsyayê ji ber xistina firokeya Rusî guherî. Tirkiyeya ku ji sedî 55 gaza sirûştî ji Rûsyayê dikirî niha ji bo peydekirina gazê bi welatê Qeterê re li hev kir. Lê belê li gor pisporên enerjiyê ev têr nake û divê çareyên din bên dîtin.

Tirkiye salê 50 mîlyar metrekup gaza xwezayî bi kar tîne û ji sedî 55ê gaza siruştî ji Rusyayê distîne. Gazên din jî ji welatên Îran, Azerbaycan, Cezayîr û Nîjeryayê tên kirîn.

Lê belê niha di navbera Tirkiyê û Rusyayê de ji ber xistina firokeya Rusî gengeşiyeke mezin rû da û ji ber vê dibe ku Rusya gaza xwe ya sirûştî nefiroşe Tirkiyê. Loma Tirkiye û Katarê li ser gaza sirûştî li hev kir.

Pisporê enerjiyê Azmî Bakdur diyar kir ku gaza sirûştî ya ku wê ji Qeterê bê Tirkiyê di demeke berfireh û dirêj de dê pêk were: "Li Tirkiye ji bo bikaranîna gaza Qeterê divê îstasyonên LNG hebin. Herwiha ji bo veguhestina gaza sirûştî ya bo Tirkiyê, xetên boriyên mezin divên. Loma ji bo îsal gaza Qeterê bi kêrî tiştekî nayê."

Bakdur da zanîn ku ji bo çareyeke mayînde divê alternatîfên xurtir bên dîtin: "Santralên me yên komir û ba hene, divê kapasîteyên wan bên zêdekirin. Herwiha sîstemên me yên tavê jî hene û divê ew hemû bên zêdekirin. Em dixwazin hikumet piştgiriyê bide projeyên enerjiyî."

Tirkiye, ji bo bikaranîna gaza sirûştî ji niha ve bi welatên derve re dest bi hevdîtinan kir. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çûbû Qeterê û bi mîrê Katarê Şêx Temim bin Hamed Al Sanî re derbarê enerjî û aboriyê de civiya bû. Hat diyarkirin ku Şîrketa BOTAŞê ya Tirkiyê bi şîrketa Neftê ya Netewî ya Qeterê re ji bo gaza siruştî peyman mohr kiriye.